Ji Akademiya Şehîd Deştî 21 gaziyên şer mezûn bûn

Li Akademiya Şehîd Deştî Amanos a Erebî 21 gaziyên şer ên perwerde didîtin mezûn bûn.
Li Akademiya Şehîd Deştî Amanos a Erebî ya girêdayî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dewreya Şehîd Ebû Wasil (Mihemed Hemdan) a 21 gaziyên şer lê perwerde didîtin bi merasîmekê bi dawî bû.
Di perwerdeya 45 rojan berdewam kir de dersên bîrdozî yên li ser esasê parêznameyên Rêber Apo hatin dayîn. Ligel vê tehlîlên kesayetî jî ku hatin destgirtin, platform jî pêk hatin.
Di merasîma girtina dewreyê de ku ji qadên eskerî û civakî gelek kes amade bûn, li ser navê QSD’ê û Rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de girîngiya rola gaziyan a di şoreşê de hate destnîşankirin. Her wiha hate diyarkirin ku gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bûne wê li qadên vesaziya wan çêbûye bi kar û xebata xwe tevkariyeke girîng li Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.
Gaziyên şer ên tevlî perwerde bûne jî anîn ziman ku ji bo 45 rojan li ser esasê parêznameyên Rêber Apo perwerde dîtine, her wiha Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratî jî xwendin û nirxandin kirine. Gaziyan anîn ziman ku ji perwerdeyê feydeyeke girîng girtine û gotin, “Em ê bi vê serwextbûnê bi hêza me ji vê perwerdeyê girtiye xebateke baş ji bo gelên xwe bikin. Em ê li ser bingehê soza me daye têkoşîneke layiqî Rêber Apo û şehîdan pêş bixin.”
Merasîm bi govendê bi dawî bû.






