Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo bi tevlîbûna gaziyên şer li Kobanê hat vekirin

Navenda Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi merasîmeke ku gelek gaziyên şer û xelkê herêmê yevlî bûn li bajarê Kobanê hat vekirin.
Navenda Şaxê Kantona Firatê ya Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan îro bi merasîmekê li bajarê Kobanê hat vekirin. Bi sedan şêniyên kantona Firatê, gaziyên şer, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Berdevka Şaxê Kantona Firatê ya Înîsiyatîfa Sûriyeyê Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî bal kişand ser berxwedana li hember komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Berxwedana gel û çalakiya berxwedêrên ’Ti kes nikare roja me tarî bike’ komplo pûç kir û dawî li cezayê îdamê yê li dijî Rêbertî hatibû birîn, anî. 26 sal e li her deverên Kurdistanê gel ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di nava têkoşînê de ye. Me çawa çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de têk bir, em ê bi wê têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Berdevkê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur vekirina navenda înîsiyatîfê li bajarê Kobanê li Rêber Apo, gelê Kobanê û şehîdên azadiyê pîroz kir û ev tişt anî ser ziman: “Vekirina vê navendê di Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) de ku roja dîrokî ye pîroz be.”
Ferzende Munzur di dewama axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji kar û xebatên înîsiyatîfê re xwest û got: “Em bi hêvî ne ku şaxê kantona Firatê yê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê karibe ramanên Rêber Abdullah Ocalan li civakê belav bike û ji bo azadiyê fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bike.”
Piştî axaftinan dayika sê şehîdan (Barîn, Botan û Baran) Helîme Reşo qurdêleya bi rengên kes, sor û zer birî. Gel jî derbasî hundirê navendê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan diyarî endamên înîsiyatîfê kirin.
Li Qamişlo û Helebê jî navendên Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatibûn vekirin.