Heya dawiyê em ê nirxên bi xwîna şehîdan ava bûne biparêzin
Şervanek berxwedana Kobanê

Sala 2014’an derbasî Rojava bûm. Piştî şoreş hate avakirin dijmin êrîşên pir dijwar birin ser Rojava. Şoreşa Rojava misogerkirina felsefeya Rêber Apo ye. Di heman demê de tinekirina hişmendiya desthilatdar û pergala sermayeparêz e. Li ser xaka Rojava destpêkê êrîşên El Nusra û paşê jî yên DAÎŞ’ê dest pê kirin. Her roja ku şoreş bi ser diket, wan hêzên dagirker jî êrîşên xwe dijwartir dikirin. Dixwestin Kurdan di Rojava de bifetisînin û xeyalên azadiyê têk bibin. Dema êrîşên li ser Şengalê çêbûn, wijdanê min qebûl nekir ku di cihê xwe de rawestim û min xwest ez bi awayekî çalak tevlî şer bibim.
Li ser vî bingehî min di şerê Til Koçer û Cezaa de cihê xwe girt . Di encama pêşniyara xwe de jî beşdarî berxwedana muezem a Kobanê bûm. Pêngava destpêkê ya şoreşa Kurdistanê bi hatina Rêbertî ya Kobanê re dest pê kiribû. Ji ber wê jî têkoşîn û berxwedana li Kobanê wateyek xwe ya cuda hebû. Ew şer û berxwedana rûmetê bû. Şerê Kobanê û yê herêma Cizîrê nedişibiya hev. Li Kobanê derfetên me di her warî de kêm bûn. Beriya em biçin me şerek weke şerê Kobanê nedîtibû. Çawa em gihiştin Kobanê, hema yekser em derbasî eniya şer bûn.
Bombeyên me qet tine bûn. Çekên di dest me de jî tev zingar girtibûn. Me herêm jî pir nas nedikir, lê me dizanî ku piraniya wan Kurd û welatparêz bûn. Di şer de tengasiya herî zêde di warê cebilxaneyê de bû. Di destê dijmin de cebilxaneya herî pêşketî û çekên giran hebûn. Yên me tenê keleşnîkof, BKC, B7 û çend doçka bûn. Li eniyê di navbera me û dijmin de 50 metre hebû. Dema pevçûn derket û hevalên li kêlek min birîndar bûn di çeperekê de bi tenê mam. Min wê demê xwe bi xwe re got, “Pêwîst e ez bi birîndarî nekevim destê dijmin. Heya ji destê min bê divê ez xwe biparêzim û li ber xwe bidim.”
Di pevçûnê de çeka min sekinî. Min hem şer dikir û hem jî li hevalan digeriyam. Dema min heval dîtin û min got, “Çeka min sekiniye.” Hevalan ez şandim çeperek din da ku çekek bixebite bigirim. Em bi şev hatibûn wî çeperî. Ji ber wê jî min rê nas nedikir. Dema ez dimeşiyam, min di rê de heval Dilgeş dît. Min li wir heval Dilgeş nas kir. Paşê weke fermandarê tabûrê hate cem me. Dema heval Dilgeş hat, piraniya hevalên di tabûrê de şehîd ketibûn. Ez mehekê di nava şer Kobanê de mam. Lê bi rastî ew meh di jiyana min de dema herî zehmet û bi wate ye ku ti carî ez nikarim ji bîr bikim.
Gelek hevalên em bi hev re derbasî Kobanê bibûn, me bi hev re berxwedanî kiribû, di wî şerî de şehîd bûn. Êşa wan şehadetan di me de kîn û hêrs da avakirin. Li kêlek wî şerê giran, dijmin bi şerê derûnî dixwest hêvî û berxwedana me bişikîne. Lê bi rastî dijmin nikarî wê hezkirin û ruhê hevaltiya hatibû avakirin ji holê rake. Hevaltiya Rêber Apo dabû çandin, li Kobanê di asta herî jor de xwe dida nîşandan. Tenê B-7’ek me hebû. Heval Dilgeş Mûş di hemû eniyên şer yên Kobanê de ew B-7 radikir. Piştî demekê ez tevlî yekîneya bitevger bûm. Li kîjan eniyê pêdivî hebûya em diçûn wê derê. Şehîd Dilgeş tevî fermandarê tabûrê bû jî, erka fermandarekî eniyê jî pêk dianî.
Hevrê Dilgeş hem di şer de hem jî di jiyanê de pir bi hêz bû. Jixwe ji bo Tevgera Azadiyê ya girîng li kêlek xuliqkariya taktîkên nû, di şer de hevaltî û parastina çanda Apocîtiyê ye. Heval Dilgeş 20’ê Cotmehê şehîd bû. Şehadeta heval Dilgeş bandoreke pir mezin li ser me çêkir. Destpêkê birîndar bû. Kes nedikarî were cihê em lê diman. Heya wesayit hat da ku bibin nexweşxanê heval Dilgeş şehîd bû. Tevî 10-15 roj bûn min nas kiribû jî, şehadeta heval Dilgeş li ser min bandoreke giran çêkir. Heval Dilgeş di dest û lingê xwe de birîndar bibû, lê dîsa jî timî li eniya herî pêş a şer bû. Ti carî xwe ji şer û têkoşînê neda paş. Di nava tabûrê de yê herî zêde fedakartî dikir heval Dilgeş bû. Heval Dilgeş di rêya heqîqet û azadiyê de jiya û di wê rêyê de jî gihişt şehadetê.
Hefteyek piştî şehadeta heval Dilgeş ez jî birîndar bûm. Ev birîndarî ji bo min nîşaneya berxwedanî û rûmetê ye. Ji ber milîtanek Apocî li ku derê be û di kîjan karî de cihê xwe bigire jî eger serkeftinê ji xwe re esas bigire wê erka xwe ya milîtantî û şoreşgertiyê pêk bîne. Di Kobanê de ji şerê çekan zêdetir şerê dihate meşandin, şerê bîrdozî bû. Ji ber di wî şerî de felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bi ser ket. Keda şehîdan bi ser ket. Ya ji me tê xwestin parastina wan nirxan e ku bi xwîna bi sedan şehîdan hatine avakirin.




