Heval Bêrîtan li dijî xiyanetê bû dengê berxwedana jinên Apoyî
Arîn Koçer


Em dikevin 33’emîn salvegera şehadeta fermandara me ya mezin heval Bêrîtan. Di serî de fermandar û pêşenga me ya mezin heval Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînim. Li hember bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Fermandar û lehenga hêja Bêrîtan piştî beşdarî nav refên tekoşîna azadiyê bû li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo gelekî lêhûrbûn kir û di demeke pir kin de xwe gihand pîvanên jina azad. Şoreşgera ji dil, bû dengê jina azad. Ew jina xwedawend her li ser xeta azadiyê ponijî, weke şoreşgereke gelekî şareza û ji xwe bawer karibû bibe lehengeke wê bi sedê salan behsa berxwedan û têkoşîna wê bê kirin.
Lehenga çiyayî Bêrîtan gelek caran lêhûrbûnên xwe bi hevalan re parve dike û dibêje, “Weke jin em ê hişmendiya ku xirabiyê çêdike pûç bikin, bi fikra Rêber Apo serwext bibin.” Fermandar Bêrîtan gelekî çalak, aktîf û bi tevger bû. Jina şoreşger û di wêrek Bêrîtan bi dergistiyê xwê hevalê Huseyîn re beşdarî nava refên şoreşê dibin.
Qehreman û xwedawend Bêrîtan bi bîr û bawerî têkoşîn dike, ji dil û can beşdarî şer û jiyanê dibe. Hevrê Bêrîtan di xeta jina azad de roj bi roj pêş dikeve. Weke jineke milîtan û hevala Rêber Apo dibe xwedî tecrûbeyên mezin û mîna gulekê geş dibe. Li wan çiyayên azad weke çemekî bi coş diherike û wê bandora xwe dide tevahî derdora xwe jî. Qehreman Bêrîtan serkêş û fermandara artêşa jinê ye. Bêrîtan fermandar û pêşenga Apoyî ye ya temsîla xeta berxwedanê dike. Li dijî dagirkerî û xiyanetê bû dengê berxwedana jinên Apoyî.
Xwedawend Bêrîtan fikir û ramanên Rêber Apo bi hûrgilî dixwîne, fêm dike û wan werdigerîne zanebûn û hunera jiyanê. Bertek û berxwedana fermandar û pêşeng Bêrîtan ne tenê li hemberî, mêrê desthilatdar e, di bingeh de têkoşîna qehreman Bêrîtan li dijî paşverûtiya jina koledar û hêzên xiyanetkar e. Ev sekn û têkoşîna heval Bêrîtan sekna jina azad û serhildêr e.
Fermandar Bêrîtan a jina berxwedêr ya Dêrsimê, ji bo nekeve destê xayînên gemar xwe ji zinarên Xakurkê avêt xwarê û gihişt karwanê pakrewanên azadiyê. Careke din ez fermandar û xwedawend Bêrîtan bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînim û soza xwe jêre nû dikim. Bêrîtan xwedawend û serkêşa me ye û wê her di fikir û ruhê me de zindî be.




