Heqîqet girêdanbûna bi rastiyên civakî ye
Brûsk Kobanê

Heqîqet çi ye? Li ser mijara heqîqetê pir şîrove û qal û qîl hene. Gelek fîlozof, zanyar û dîroknasan canê xwe li ser rêya lêgera heqîqetê wenda kirine. Tevî ewqas têkoşîn û keda mirovahiyê jî heqîqet wenda ye. Lêgerên heqîqetê her dem bûne hedef û armanca desthilatdar û tundrewan. Desthilatdar û serwer ji bo heqîqeta dîrokî veşêrin hezar fen û fûtan dikin. Bi derewan serê mirovan tevlîhev dikin, heqîqeta hatiye jiyîn, berevajî dikin.
Zanyar, fîlozof û lêger ji bo heqîqetê canê xwe ji destdane, bûne fedaiyên rastiya dîrokî û mirovahiyê. Jixwe gelek navdar û lêkolîner bi saxî hatine şewitandin. Weke Hîpatia çermê wan ji ser bedena wan hatiye rakirin, bûne qurbana hişmendiya derewker û serdestan. Eger heqîqet hatiba parastin wê zanyarên weke Suhreverdî, Galileo Galilei nehatiba cezakirin. Gelek zanyarên wisa ji ber li pey heqîqet û rastiyê bûn, ji aliyê pergala zalim û derewker ve hatin tinekirin. Lê wan kesan qet paşde gav navêtin. Bavê fîlozofan Sokrates, Xelacî Mansûr û hwd. ji bo heqîqet neyê berevajîkirin heya kêliya xwe ya dawiyê li ber xwe dan.
Heqîqet ew e mirov girêdayî rastiyên civakî be, ji bo wê rastiyê derxe ber ronahiyê ji canê xwe jî dibihure. Dema mirov bibîne ku heqîqet tê veşartin, divê têkoşîn bike û qet qebûl neke ser rastiyan were nixumandin. Heke tiştên hatine jiyîn weke xwe hatibana parastin û vegotin, teqez wê pêwîstî pê neba ku mirov ji bo wan têkoşîn bike. Lê dema ser wan rastiyan tê veşartin wijdan dikeve tevgerê û lêgerîna li heqîqetê dest pê dike.
Dîrok bi bûyerên sosret dagirtî ye. Pergala serwer bi hişmendiya xwe ya kevneperest her ser wan bûyeran nixumandiye û weke nehatine jiyîn hesibandiye. Bûyera herî mezin a dîrokî jî ya kujerên kastîk e ku ji desthilatdariya zilam re bûye çavkanî. 30 hezar sal e berdewam dike û bûye bela serê mirovahiyê. Dema mirov hewl dide heqîqetê fêm bike mirov dibîne bê çiqasî hatiye wendakirin.
Rêber Apo em fêrî vegotina rastiyan kirin. Em jî li ser şopa heqîqetê dimeşin û têkoşîn dikin. Em vê ji bo bibin mirovên lêgerên heqîqetê dikin. Her wiha em ji bo civaka xwe têkoşîn bikin. Weke gelên herêmê em her di nav tarîtiya neyaran de hatibûn fetisandin. Îro jî em derketine ser dika dîrokê û li mafê xwe digerin. Em ji serketina vê dozê bawer in.




