Girîngiya komunan

Asya Weşûkanî

Komun çi ye û çima pêdivî bi bûna komun hatiye dîtin? Wê çawa komun were rêxistinkirin? Ev pirs hemû îro xwe weke lezgîniyekê li ser me ferz dikin. Teqez divê her kes cihê xwe di nav van komunên civakî û demokratîk de bigire. Bi taybet jî di van deman de û weke  tê zanîn, endamên cihê xwe di nav komunê digirin jî heman pirsê dikin û dibêjin, “Komun çi ye?” û ev jî tê wateya komun nayê naskirin. Ez jî pirs dikim, ferdê ku wateya komunê nas neke wê çawa rola xwe ya di komunê de nas bike? Naxwe weke lezgîn pêdiviya civakê bi perwerdeya li ser komunê heye û jixwe pêwîst e ev beriya nan û avê were? Derfetên perwerdeyê jî heye û hewce ye destpêkê perwerde li ser komunê were dîtin. Her kes peywira xwe ya ji bo komunê pêk bîne.

Di perwerdeyê de pêwîst e beriya her tiştî raveyeke xurt li ser wateya komunê were kirin.  Her kes divê komunê weke mala xwe bibîne û xizmetê bike. Di serî de komun weke nav ji kom tê. Kom jî yanî fikir, ruh, vîn û destên yekpare û hevgirtî ye. Li hemberî pergala êrîşkar xweparastina cewherî ye. Bi hevdu fikirîn û alîkarî ye. Pirsgirêkên xwe ji biçûk heya mezin bi xwe çareserkirin e. Weke civaka xwezayî li hevdu xwedîderketin e. Çîna serdest û despot desthilatdarî û tundiya xwe berdewam dike û pêdiviya civakê jî bi hevgirtin û parastinê heye. Xweparastin ji her demê zêdetir niha hewce ye. Ji ber di serdema me de mirov dibîne ku êrîş zêde bûne. Di nav wan şer û cengan de teqez bi lezgînî pêdivî bi xweparastinê heye.

Dema em niha li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navî û cîhanê  temaşe dikin em dibînin ku şer û ceng ji serdemên berê hîn zêdetir bûne. Rojane mirov bi sedan û heya bi hezaran mirov  têne kuştin. Ti kes pirs jî nake. Naxwe jiyana mirovan ewqasî erzan bûye û tevî  dewlet û artêşên wan  xwe bi çek dike jî li ser tevgerên şoreşên gelan bêçekkirin tên ferzkirin. Dewletên sermayedar hewl didin şoreşên gelan bêçek bikin. Bi sedsalan e siyaset li ser şoreşên gelan meşandin û gelek jî ji cewherê wan vala kirin. Hîn jî heman siyasetê û şerê xwe yê taybet dimeşînin.

Em hemû jî dizanin ku bi bêparastin hiştina gelan re hêzên tundrew û cîhadîst li Rojhilata Navîn wê  bibin serwer. Dema mirov li ser van rewşan dahûrandin dike mirov di hundirê xwe de nava xwe de dibêje ku pir bi lezgîn pêdivî bi parastina cewherî heye. Wê parastina cewherî çawa çêbibe? Em ji Rêber Apo fêr bûne ku parastina herî bingehîn yekîtî û hevgirtin e. Teqez wê ew jî bi rêbazên komunê û bi şarezayî rêxistinkirina wê were çêkirin.

Naxwe divê em hemû jî rola komunê pir baş fêm bikin. Rêber Apo dibêje  ku divê ti jin ji derveyî komunê nemîne. Komun, yekîneya jiyana hevpar ya siyasî û exlaqî ye û aboriyê jî digire nava xwe. Hemû jî dikevin xizmeta rêxistinkirina civakê. Di vê mijarê de pêdivî heye ku her ferdekî civakê  xwe berpirsiyar bibîne, komunê weke mala xwe bibîne û biparêze.

Pergala sermayedar bi rêbazên xwe yên şerê taybet û hişmendiya xwe ya desthilatdar civak ji hev belav kiriye. Mirov anîne asta dijmintiya hev bikin. Rêber Apo têkildarî vê mijarê jî dibêje ku têkildarî civakê weke çîna serdest û çîna bindest temaşe nake û diyar dike ku weke nakokiyên di navbera komunê û dewletê de dibîne. Ev terîfa Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, der barê nakokiyên komun û dewletê îfadeya herî rast e û piştrast dike ku Rêber Apo civakê ji xeleka yekem û sereke ji komunê dest pê dike û dinirxîne.

Naxwe divê em jî pir baş qîmetê rêxistinkirina komunê zanibin û rola xwe di nav komunê de bilîzin.  Weke em hemû jî dizanin Rêber Apo civakbûnê di komunê de,  jinê jî weke pêşeng û parêzvana komunê dibîne. Perespektîfa Rêbertî wiha ye: “Divê  bê zanîn ku jin pêşenga civakê ye. Di dîrokê de hatiye îspatkirin ku civak li derdora jinê teşe girtiye.” Tişta ez ji Rêber Apo fêm dikim jî ew e, Rêbertî pir zêde girîngiyê û baweriyê dide jinê.  Hewce ye neyê jibîrkirin ku divê jin xwedî li vê baweriya Rêber Apo derkeve û layiq bibe. Her ferdê di nav civakê de û nexasim jî jin divê pir baş xwedî erk û peywira ku Rêber Apo daye jinê derkeve. Ez di wê qinyatê de me ku êdî jin û civak ji Rêber Apo fêm dikin, wê li wê têkoşînê xwedî derkevin û bi serketinê bi encam bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button