Gelo sira Destana Gilgamêş çi ye?

Asya Weşûkanî

Destana Gilgamêş xwedî sireke pir kûr e û teqez divê were lêkolînkirin. Ji ber destana herî dawî ya serdema Sumer û pergala wan a baviksalar e. Li gorî diyar dibe şikandina pergala dayika xwedawend di wê serdemê dibe û kolekirina jinê îfade dike. Ev serpêhatiya Gilgamêş di Mezopotamyayê de rû daye û destana yekem a çîroka qralê yekem e yê li bêmiriniyê digere. Ev destan bi rengekî trajîk û jan bi dawî dibe. Tê gotin ku qralekî bi navê Gilgamêş li welatê Sumeran di nîvê salên 3000. B.Z. li Mezopotamyayê bajarê Ûrûkê hukim kiriye.

Di destanê de ew qralê her li pey bêmiriniyê ye, pir mezin hatiye nîşandan. Piştî mirina Gilgamêş bi qasî hezar salî ev destan hatiye nivîsandin û heya roja me ya niha jî hatiye. Destana Gilgamêş di mîtolojiyên Akad û Sumeran de derbas dibe û bi zimanê Akadî hatiye nivisandin. Li ser tablêtan ango lewheyên kevirî hatiye nivîsandin û heya niha 12 tablêtên wê hatine dîtin. Lê hinek parçeyên tableta 12’emîın kêm in.

Di nivîsên li ser wan tabletan di destpêka destanê de pesnê Gilgamêş tê dayîn. Li gor nivîsan kesê bi navê Gilgamêş nîv mirov û nîv xweda ye. Li ser erdê, bin erdê û li deryayan çi dibe û çi heye dizane. Her dem serkeftî û hoste ye. Şervanekî welê ye ku qet têk naçe. Di beşên din ên destanê de tiştên hatine serê, Gilgamêş tên nîşandan. Dema ku mirov di çîrokê de kûr dibe, mirov dibîne ku bi awayekî pir balkêş pesnê Gilgamêş tê dayîn. Di hişê mirovan de wî azad û wekhev dide nîşandan. Di çîrok û serpêhatiya yekem a Gilgamêş de û xwedayê asîman Ano gelekî ji Gilgamêş hêrs dibe. Ji ber dixwaze wî bikuje Enkîdoyê nîv mirov nîv sewal li hember wî sor û har dike.

Diyar dibe ku her du di heman hêzê de ne. Piştre her du dibin dostên hev ên herî nêzîk. Enkîdo ji Gilgamêş re dibe destbira. Li dû wê  hema serpêhatiya Gilşgamêş ya evîndariya wî û Îştar dest pê dike. Îştar ji Gilgamêş re pêşniyara zewacê dike. Lê Gilgamêş vê yekê qebûl nake. Îştar a ku xirûra wê dişikê dixwaze Gilgamêş bikuje. Ji bo wê gayekî dişîne ser rûyê erdê. Gilgamêş bi alîkariya Enkido ga dikuje. Enkîdo di xewna xwe de dibîne ku ji ber kuştina ga xweda hukmê mirinê lê dibirin. Ji ber parçeyên kêm ên tabletê di vê beşê de tam çi çêdibe nayê zanîn. Lê di hin cihên din de tê gotin ku Gilgamêş ji bo hevalê xwe Enkîdo pir bi dijwarî diqîre. Merasîmeke pir mezin jêre rêxistin dike, heya dawiyê pêre dimeşe û wî dişîne dinyaya miriyan.

Di tabletan de tê diyarkirin ku piştî mirina Enkîdo çîroka Tofanê tê hûnandin. Jixwe tê zanîn ku bi Tofanê re her tişt dinava avê de dimîne. Tê destnîşankirin ku Xwedawend Îştar Tofanê rakiriye Gilgamêş jî bi dîtina Ûtnapiştim bi saxî xelas dibe. Ji ber  Ûtnapiştim rêya xelasiyê dibîne. Jixwe di destana Nûh de tê gotin Nûh mirovahî û zindiyên din rizgar kiriye. Her wiha tê diyarkirin ku Ûtnapiştim ji ber zanayekî mezin e sira mirinê dizane. Ûtnapiştim, Gilgamêş dibîne. Giyayê jiyanê didiyê. Armanc jî ew e wî her ciwan û dinyewî bihêle.

Di destanê de beşa herî xembariyê ji mirovan re çêdike jî li vir dest pê dike. Ji ber Gilgamêş hin derfet nedîtiye bixwe, giya wenda dike. Marek tê giyayê wî digire û dixwe. Piştre careke din vedigere Ûrûkê lê bi destên vala. Hinek dibêjin ku Gilgamêş xwestiye ku giyayê jiyanê bi gelê xwe re bixwe. Lê bi kurtasî di destanê de tê diyarkirin ku Gilgamêş li hemberî mirinê bi bin ketiye. Piştî ewqas demên dirêj em ji Rêber Abdullah Ocalan haj li rastiya vê çîrok û serpêhatiyê dibin. Em niha jî hewl didin sira desthilatdariya mêr û koledariyê jinê keşif bikin, her du zayenda ji hişmendiya desthilatdar û mêrperest rizgar bikin.

Rêber Apo di 5 cildên parêznameya xwe de qala destana dîrokî ya Gilgamêş kiriye. Niha jî careke din pêdivî dîtiye ku balê bikişîne ser. Dibêje ku pêwîst e bi taybet jin li ser vê destanê lêkolînê bikin. Min jî hewl da vê lêkolîna xwe bi we re parve dikim. Mebesta min jî ew e em weke jin fêm bikin bê me çawa,  li ku wenda kiriye da ku em çareseriya wê peyda bikin. Ez di wê baweriyê de me ku eger em jin û civak hemû hêza xwe bikin yek, em ê ji pirsgirêkên xwe re bi sedan çareseriyan bibînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button