Gelên Îranê biryara “Yan azadî yan azadî” dane
Leyla Amûdê

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hemû pêkhateyên Îranî yên Fars, Azerî, Belûc, Ereb, Lek, Afgan û Kurdên Lor, Yaresan, Soran û Kurmanc hemû bi hev re mil bi mil rabûn ser piyan, doza wekhevî, azadî û demokrasiyê kirin. Piştî li paytexta Îran Tehranê, di nava bazarê de dikandaran li hember rewşa xerab a aboriyê bertek nîşandan û ev agahî belav bû hema demildest xelk derketin kolan û qadan. Bi vî rengî serhildan li tevahiya welêt belav bûn. Bi zelalî tê dîtin ku rewş ne ji ber tehrîk û mudaxeleyên derve ne. Ev serhildan eşkere li ser bingehê daxwazên gelên Îranê yên ji bo azadî, wekhevî, edalet û başkirina rewşa aboriyê ne. Gelên Îranê li hember birçîbûn, girtin, îdam, qewitandin, talan û tepisandina vîna xwe derketin kolanan. Gel naxwazin desthilat wan bixe nav tarîtiyan.
Êdî li Îranê jin û gel hatine asta ku tehemula wan qet nemaye. Lewma bertekên xwe li hemberî pergalê tînin ziman û amade ne ji bo armancên xwe yên herî însanî canê xwe jî bidin. Tê diyarkirin ku di xwepêşandanên 28’ê Kanûna 2025’an dest pê kirine de heya niha 7 hezar mirov hatine kuştin, bi hezaran jî birîndar û girtî hene. Lê ev mudaxele û êrîşên dijwar ên hêzên rejîmê nikarin berteka gelan rawestînin. Serhildan û nerazîbûnên gel berdewam dikin. Gelan biryara “Yan azadî yan azadî” dane. Daxwazên gelan mafên herî xwezayî ne. Destnîşan dikin ku li şûna mirov rojê deh caran bimire, bila carekê û bi serbilindî bimire baştir e. Xelkên Îranî û Gelê Kurd ê li Kurdistanê bi biryar in. Pergala meleyên hov û wehşetnak bê ku ferqê bixe nava zarok, jin, ciwan û kal û pîran êrîşan pêk tîne.
Zebaniyên li ber dergeha dojehê tevî zarokên wan gelan in jî bi awayekî pir bêwijdanî êrîşî gel dikin. Ew kesên fikir, ruh û wijdanê xwe firotine pergalê, wiha difikirin ku kilîta bihuştê di qirika wan de ye û wexta mirovan bikujin wê biçin bihuştê. Jixwe dirindebûna pergalê li vir pir zelal diyar dike. Mirov ji ber vê rewşa desthilatdariya despot a hêzên xwe kirine weke cinawiran matmayî dimîne. Gelek caran em qala çeteyên DAÎŞ’ê dikin û dibêjin ku ew dirinde ne û vîna mirovan dişikînin. Ha vaye dewleta Îranê jî mîna DAÎŞ’ê êrîşî gelan û jinan dike. Pergalê weke rahibên Sumeran li dijî gel bi kar tînin. Lê me pir zelal dît ku pergala meleyan deh rojan nikarîbû xwe li ber êrîşên Îsraîlê bigire û hema yekser banga diyalog û muzakerayan kir. Ew tenê li hember xelkên sivîl û bêçek re bi hêz in. Ew rejîmeke wer zalim û despot e.
Weke zebanî û zindiqan berê çekên xwe dan gelên sivîl. Eger terorîst hebin ev jî dewlet in ku her tiştî ji bo desthilatdariyê dikin. Jixwe dewlet xistine şûna xweda û her kiryarên qirêj û hovane dikin. Tê gotin organên mirovên di xwepêşandanan de birîndar bûne derxistine û birine. Bi rastî mirov nizane çi navî li kiryar û rêbazên wan bike. Hîn jî aqubeta gelek kesan diyar nîne. Ji ber rejîma Îranê telefon û înternet qut kiribûn. Hê jî rewşa gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê baş nîne û wê qedera wan çi bibe zelal nîne.
Dibe ku dewletên biyanî hin biryaran li ser Îranê bigirin. Lê tekez wê biryarên wan ji bo gelên Îranê nebin. Armanca wan hêzan ew e tirsa Îranê ji ser xwe bidin hêlekê. Ew hêz li gor xwe diyar dikin ku çekên nukleerî yên di destê rejîma Îranê de ji bo ewlehiya dewletên wan tehlûke ye. Ya rastî ew e ku di navbera wan hêzan û rejîma Îranê de şerê desthilatdariyê heye. Êşên gelên Îranê qet ne di xema wan de ye.
Li hember wan hemûyan ya herî girîng ew e ku gel yekîtiya xwe çêbikin, xwedî li ked û nirxên xwe derkevin. Xelkên derketin qadan û kolanan bi dengê bilind bang kirin û gotin, “Dema dema rabûna ser piyan e!” Di wan xwepêşandan û çalakiyan de dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya di pêvajoya qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî de cîhan hejand careke din mohra xwe li demê xist. Weke gelê Kurd divê em bandora xwe ya li ser serhildanan bibînin û jixwe bawer bin. Em hemû jî dizanin ku Rêber Apo rola pêşengtî û serkêşiyê daye jinan û gelê Kurd. Divê em pir baş bizanin ku hemû gel -tevî xwedî dewlet in jî- weke me ne. Naxwe mijar ne ew e em xwedî dewlet bin yan jî bêdewlet bin. Jixwe dewlet gelan dixin nav rewşên xerab û zehmet.
Em weke netewe divê qet xwe feqîr, belengaz û bêkes nebînin. Jixwe rewşa Rojavayê welat jî li ber çavan e. Weke netewe em dikarin ji ezmûnên hev feyde bigirin. Dewlet dirinde ne û divê mirov zanibe ku dikarin her kiryarên xerab bikin. Lê weke gel pêwîst e mirov xwe bike yek, hemû gelan jî li xwe bicivîne û wan rêxistin bike. Kurd îro pêşeng in û çavên gelan jî her li me ye. Ji ber em xwedî pêşengekî weke Rêber Abdullah Ocalan in. Hewce ye em rola ji me tê xwestin pir baş pêk bînin, hêviya gelan bibin serî. Herî zêde jî pêwîst e jin û ciwan bi rola xwe rabin. Rêber Apo got ku sedsala 21’an sedsala jinê ye. Jinên Kurd xwedî hêz in. Pêwîst e em wê hêza xwe bidin diyarkirin. Bi bîr û bawerî divê em têkoşîn bikin û xwe di serkeftinê de kilît bikin.




