Gelên Îranê biryar dane azadî û wekheviyê bînin welatê xwe
Mazlûm Yildiz

Bi rastî dema hinek dibêjin dewleta Îslamî ya Îranê, mirov pir hêrs dibe û ji dilê mirov nayê navê Îslamê û meleyan li wê rejîma zalim bike. Mirov tenê dikare ji wan re bêje, xasûk, fêlbaz, zalim û hwd. Bi rastî mirov navê Îslamê li Îranê bike, neheqiyeke pir mezin a li vê olê ye. Ji ber ti tiştekî wan bi Îslamê re nîne. Ev nav ne layiqî wan e. Yên desthilatdariyê bi rê ve dibin û xwediyê rejîmê ne tundrewên şerxwaz in.
Her kes dizane ku ola Îslamê ji selam tê. Yanî aştî ye. Lê mixabin pergala Îran rojane bi dehan mirovan li ber çavên xelkê wan îdam dike. Niha di nav van kêliyan de mirov li nav kolanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên kuştin.
Her kes dizane ku xelkên serhildêr sivîl in. Ji bo azadî, wekhevî û edaletê derketine kolanan. Lê kujerên kastîk ên Îranê bi çekan bersivê didin wan. Ev rêbazekî dermirovî ye û ji bo tirsandina xelkê tê kirin. Lê belê êdî hew xelk ditirsin. Gelan Îranê biryar dane azadî, wekhevî û demokrasiyê bînin welatê xwe.
Divê were zanîn ku xelkên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwe gihandine fikir û ramanên azadîxwaz û êdî nema radiwestin. Di hedef û armancên xwe de xwe bi israr in. Ev jî cihê serbilindiyê ye. Ez bawer im wê bi ser kevin.
Li Rojavayê Kurdistanê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî çeteyên DAÎŞ, HTŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk li hember xelkên me êrîşên hovane pêk anîn. Êşkence li cenazeyên hevrêyên me yên jin û xort kirin. Em ê bi ruhê berxwedana hevrêyên xwe yên fedaî teqez hesab ji wan kujer û zaliman bixwazin.
Şehîd taca ser serê me ne. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Ji bo em têkoşîneke layiqî şehîdên xwe û Rêber Apo pêş bixin, ji her demê zêdetir em ê bixebitin.




