Gelên herêmê û gaziyên şer ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşiyan

Li Hesekê û Qamişlo gelên herêmê û gaziyên şer bi meşên girseyî banga azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin.
Li bajarê Qamişlo û Hesekê yên Kantona Cizîrê, gelên herêmê û gaziyên şer bi dirûşma, “Azadiya fizîkî ji bo Rêber Apo” herikîn qadan.
Di meşên ku bi hezaran kes tevlî bûn, gaziyên şer, dayik û jin di refên herî pêş de cih girtin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, gel azad dibin û wiha hat gotin: “26 sal in Rêber Apo girtiye. Rêber Apo ji bo azadiya tevahî pêkhateyan têkoşîn dike. Divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”
Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bûn.