Gaziyên şer têkildarî geşedanên li herêmê civiyan

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Der barê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji bo gaziyên şer rêzecivîn hatin lidarxistin.

Ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Şedadê û Dêrezorê ji bo gaziyên şer rêzecivîn hatin lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kirin. Di civînan de destpêkê gaziyên şer Ferhad Kobanê, Basil Şedadê û Rêzan Çiya Efrîn ên di vê pêvajoya dawiyê de di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku wê gaziyên şer şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi xwîna şehîdan ava bûye, timî biparêzin. Hate destnîşan kirin ku bi hilweşîna rejîma Beşar Esed re dewleta Tirk dixwaze bi xeyalê Osmaniya nû axa Sûriyeyê dagir bike. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo Sûriyeyê rêya çareseriyê paradîgmaya Rêber Apo ye.

Gaziyên şer di nirxandinên xwe de bal kişand ku wê ti hêz nikaribin şoreşa wan têk bibin û di pêvajoyên wer hesas de rol û bandora gaziyên şer jî hat ziman.

Ligel vê hate destnîşan kirin ku gaziyên ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêl dane, li hember her cure êrîşan jî wê timî li qadên berxwedanê bin û bi her awayî ji bo parastina xak û gelan wê bi rola xwe pêşengtiyê rabin.

Di civînan de bal hat kişandin ku gaziyên şer ji bo sersaxiyê malbatên şehîdan jî ziyaret dikin û hat bibîrxistin ku divê piştevaniya gaziyên şer û malbatên şehîdan ji her demê zêdetir xurt bibe.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button