Gaziyên şer şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîr anîn

Gaziyên şer ên şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîr anîn soza pêşxistin û parastina nirxên Şoreşa Rojava dan.

Gaziyên şer û rêveberên Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê  Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê ziyaretkirin.

Li goristanê destpêkê ji bo şehîdan rêzgirtin pêk hat. Piştre li ser navê gaziyên şer bi Kurdî Şîlan Kobanî bi Erebî jî Elî Ehmed daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka têkoşîna Tevgera Apoyî heya îro gelek qehremanên mezin derketine holê.  Gaziyên şer bal kişand ser berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî dilsoziya bi şehîdan re dubare kirin. Hate destnîşankirin ku fermandar Egîd ji bo tevahî şoreşgeran sembola berxwedan û têkoşînê ye.

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd Namirin, Bê Serok Jiyan Nabe,  Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Li Komeleya Şehîd Hogir bîranîna Hefteya Qehremaniyê

Gaziyên şer li Komeleya Şehîd Hogir a Hesekê jî bi boneya Hefteya Qehremaniyê kom bûn.

Kombûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Piştre jî gaziyên şer têkildarî Hefteya Qehremaniyê nêrînên xwe parve kirin.

Li ser wate û girîngiya Hefteya Qehremaniyê axaftin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Tevgera Azadiyê bi hezaran leheng û qehreman ava kirin û di şexsê hevrê Mazlûm û Egîd de ev xisûs bi rengekî pir vekirî xuya dike.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button