Gaziyên şer şehîd Zîlan bi bîr anîn

Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) di 29. salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyên şer ve hat bîranîn.
Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê û Şedadê şehîd Zîlan bi bîr anîn.
Di civîna li Hesekê ya bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, gelek gaziyên şer beşdar bûn. Di civînê de endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azadî Hesen axivî.
Azadî Hesen a behsa jiyan û kesayeta şehîd Zîlan kir, got, “Heval Zîlan bi çalakiya xwe ji komploya 6’ê Gulana 1996’an a li hember Rêber Apo bû bersiv. Hevala Zîlan a jş bo hemû gelan têkoşîn dikir, ji tevahî jinan re bû pêşeng. Hewce ye em weke hevalên gazî timî li ser şop û rêya şehîdan bimeşin.”
Piştre jî nameya şehîd Zîlan a bi zimanê Erebî hat xwendin. Civîn bi nirxandinên têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd zîlan berdewam kir.
Li Şedadê civîn
Li herêma Şedadê jî bi tevlîbûna gelek gaziyên şer bi wesîleya salvegera şehadeta gerîlaya azadiyê Zîlan civîneke bîranînê hat lidarxistin.
Di civîna Şedadê de destpêkê nameya şehîd Zîlan hat xwendin û tehlîla Rêber Apo ya têkildarî çalakiya Zîlan hat temaşekirin.
Di axaftinên li wir hatin kirin de hate diyarkirin ku destketiyên îro li Bakur û Rojhilatê û Sûriyeyê bi saya şehîdan û têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo ava bûne. Hate destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo ji roja destpêkê heya îro li ser esasê pêkve jiyana gelan têkoşîn meşandiye.
Gaziyên şer anîn ziman wê timî ji bo parastina nirxên şoreşê têkoşîn bikin û ji bo pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin û serketinê bi encam bibe, wê bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.