Gaziyên şer rewşa siyasî nirxandin

Gaziyên şer ên ji bo rewşa siyasî kom bûn diyar kirin ku wê ji bo pêşxistina şoreşê û parastina nirxan têkoşîna xwe bidomînin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê nameya Rêber Apo hat xwendin.

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî li ser rewşa cîhanê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û herêmê axivî.

Laleş Êzidî diyar kir ku hêzên hegemon bi salan e ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn bidomînin timî şer û pevçûnan gur dikin û got, “Pergala kapîtalîst a di nav kaos û krîzeke gerdûnî de ye, hewl dide bi şer temenê xwe dirêj bike. Sedema ewqas kuştin, koçberî û talanan ew sîstema serwer e.”

Laleş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştî û aramiyê û wiha domand, “Rêbertiya me ji bo jiyaneke bê şer û bê pevçûn bi salan e têkoşîn dike. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk  ya 27’ê Sibata 2025’an ya Rêbertiya me da destpêkirin, ji bo bidawîbûna hemû şer û pevçûnan çareseriya herî bingehîn e. Weke gaziyên şer li ser esasê herêma me bigihîje aramî û aştiyeke bi rûmet çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê bi encam bibe pêş bixin. Her wiha ji bo pêşxistina şoreşê û parastina nirxan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Civîn bi nirxandinên gaziyên şer ên têkildarî mijarê bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button