Gaziyên Şer: Peyama Rêbertî hêviyê dide

Federasyona Gaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a aştiyê, hêviyê dide û bangeke ji bo avakirina cîhaneke bi edalet û mirovî ye.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke girseyî bi gaziyên şer û malbatên wan ên kantonên Tebqa, Efrîn û Şehbayê li hola pakrewangeha bajarê Tebqayê li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî hatin nirxandin, girîngî bi yekîtiya gelan hat dayîn.
Di serî de yek ji rêveberê federasyonê Egîd Efrîn geşedanên herêmî û navneteweyî şîrove kirin û diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan mînaka rastî ya alternatîfa modernîteya kapîtalîst û fikrê neteweperwerî ye û rêbaza guncaw a bidawîkirina alozî û şeran e.
Di civînê de îşaret bi ser israra hikûmeta AKP’ê ya redkirina çareseriyê û li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê hat kirin.
Her wiha destwerdanên dewleta Tirk a dagirker nexasim astengkirina peymana 10’ê Adarê hate destnîşankirin û soza domandina têkoşînê ji bo parastina destketiyan hat dubarekirin.
Piştî civînê endamê federasyonê yê Tebqayê Hafiz El Hemûd û nûnera kantona Efrîn û Şehbayê Darîn Mihemed daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de girîngî bi projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Sûriyeyê gelek guherîn û veguherînên mezin rû didin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pileya xwe bilindtir dibe û derdikeve lûtkeyê. Li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jî gelek guhertin û veguhertin hatine çêkirin û valatiya siyaseta demokratîk berdewam dike. Weke ku mamoste û fîlozofê hemdemî Rêber Abdullah Ocalan di tesbîteke xwe de gotiye, ‘Desthilatdarî valatiyê qebûl nake’ û weke ku pir zelal û vekirî diyar dibe li Sûriyeyê valatiya siyaset û birêvebirina demokratîk heye. Ev jî dibe sedema welat ber bi çiraveke xeternak ve biherike. Weke ku her kes haj lê heye û dibîne demeke dirêj e li Sûriyeyê şer û geşedan rû didin û aramî li xelkên herêmê tine ye. Jixwe rewşa xelkên beravê û Siwêdayê pir vekirî diyar dibe bê ka çawa di nava komkujiyan re derbas bûn. Rewşa Sûriyeyê girêdayî rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê ye û rewşa cîhanê jî bawerî û kêfxweşiyê nade mirovan.”
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê rayedarên dewleta Tirk li Rêber Apo guhdar bikin û ev xisûs hat destnîşankirin: “Derfetên zagonî û destûrî guncav bikin ji bo Rêbertî erk û barê daye ser milên xwe pêk bîne. Pêwîst e her kesê ku ji bo azadiyê û aştiyê têkoşîn dike destekê bide pêvajoya Rêber Apo dest pê kiriye û bi rola xwe rabin ji bo dawî li şer û tundiyê were anîn. Peyama Rêber Abdullah Ocalan a aştiyê, hêviyê dide û bangeke ji bo avakirina cîhaneke bi edalet û mirovî ye. Em jî dixwazin beşdarî kampanyaya ku gerdûnî bûye bibin û em jî dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ji bo me serbilindî û dilgeşî ye ku em weke gaziyên şer tevî malbatên xwe bi Rêber û zanyarê mezin Rêber Apo re hevdîtin bikin. Em amade ne ji bo her erk û wezîfeya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Daxwaza me yê esasî hevdîtina bi Rêber Apo re ye.”