Gaziyên şer der barê pêvajoyê de rêzecivîn li dar xistin

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji hêla Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têkildarî pêvajoyê û geşedanên dawî yên li herêmê ji bo gaziyên şer ên li Hesekê, Reqa, Kobanê, Dêrikê û Şedadê rêzecivîn hatin lidarxistin.

Civînên gelek gaziyên şer beşdar bûn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kirin.

Di civînan de têkildarî rewşa Rêber Apo û pêvajoya Rêbertiyê daye destpêkirin nirxandin hatin kirin. Gaziyan diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn hîn zêdetir bê mezinkirin.

Gaziyên şer dan xuyakirin ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û 8’ê Adarê bangên pîroz in û diyar kirin wê her tim xwe bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî perwerde bikin.

Di civînan de hat gotin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyeyê divê paradîgmaya Rêber Apo bêhtir were pêşxistin û têkildarî vê mijarê pêwîst e tevahî pêkhateyên herêmê werin serwextkirin.

Gaziyên şer anîn ziman ew geşedan û guhertinên li herêmê û bi taybet li Sûriyeyê rû didin ji nêz ve dişopînin û bal kişandin ser berxwedana bi mehan e li bendava Tişrînê didome. Gaziyên şer êrîş û komkujiyên li hember xelkên sivîl ên li peravên Sûriyeyê şermezar kirin.

Di nirxandinan de gaziyên şer gotin ku ew hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê digirin û wê heya serketinê li pey şopa şehîdan bimeşin. Her wiha hate diyarkirin ku di nav van geşedanên dawiyê yên li herêmê de divê ji bo parastina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn zêdetir were xurtkirin û pêşengê wê têkoşînê jî wê gaziyên şer bin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button