Gaziyên şer berxwedana li Bendava Tişrînê bi coş didomînin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyên şer li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rojan e li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê digirin û berxwedana xwe didomînin.
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tirşînê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dewam dike.
Ji 8’ê Çileyê ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyên şer bi armanca parastina xaka xwe li Bendava Tişrînê di nav berxwedanê de ne.
Gaziyên şer ên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji roja destpêkê ve ji herêmên cuda bi komî berê xwe didin bendavê û li rex gelên azadîxwaz li Bendava Tişrînê di nav berxwedanê de ne.
Komeke ji gaziyên şer ên li bendavê ne diyar kirin ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dane, ji niha û şûn ve jî ji bo parastina şoreş û xaka xwe wê qet paşde gavan neavêjin.