Gaziyên şer 4’ê Nîsanê bi coş pîroz kirin

Gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her qada lê ne 76’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
76’emîn rojbûna Rêber Apo ji aliyê gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aktîvîteyên cuda hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiya li komeleya gaziyan hat lidarxistin de malbatên gaziyên şer jî beşdar bûn. Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku rojbûna Rêber Apo ji bo hemû gelan vejîneke û ji bo pêşxistina fikir û felsefeya Rêbertî wê gaziyên şer bi rola xwe rabin.
Piştî axaftinan pasteya bi wesîleya 4’ê Nîsanê hatibû çêkirin hate qutkirin.