Gaziyên Şer 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Gaziyên şer 40. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hat diyarkirin ku têkoşîna bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêş ket gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi azadî xwe bi rê ve dibin.

Bi dehan gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi civîn û aktîvîteyeke bi coş pîroz kirin.

Civîna endam û xebatkarên federasyonê tevlî bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di civînê de nirxandina bi dîmen a Rêber Apo ya têkildarî 15’ê Tebaxê hat temaşekirin û guhdarkirin.

Piştî civînê pasteya bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê hatibû çêkirin ji hêla gaziyekî şer û zarokan ve hat qutkirin.

Di pîrozbahiyê de yek ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê. Laleş Êzidî diyar kir ku Pêngava 15’ê ya bi perspektîfên Rêber Apo û bi pêşengiya fermandar Egîd dest pê kir, di roja me ya îro de bûye pêngaveke hemû gelan digire nav xwe û got, “Têkoşîna bi pêngava 15’ê Tebaxê re pêş ket gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi azadî xwe bi rê ve dibin. Em 40. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, şervanên azadiyê, gaziyên şer û tevahî gelên xwe pîroz dikin.”

Pîrozbahî bi govenda li ber stranên Kurdî û Erebî heya derengiya şevê dewam kir.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button