Gaziyê şer û dildarê Şoreşa Rojava: Polat Efrîn

Selena Dêrik

Fermandarê ciwan û mêrxasê çiyayî Polat Efrîn di nav refên şoreşê de her bi coş û kelecan têkoşîn kir. Ji Şengalê heya bajarê Minbicê û ji wir jî heya warê xwe Efrîna rengîn bi qehremanî şer kir. Weke ciwanekî çeleng bi wêrekî, fedayî û dilgermî gelê xwe parast. Di refên herî pêş de li ber xwe da. Qehreman Polat Efrîn (Merwan Omer) ji warê xwe Efrînê dest bi şoreşgeriyê kir û li Şengalê ezmûna şer girt. Ji wir jî berê xwe da bajarê Minbicê  û  herî dawiyê jî derbasî warê xwe yê lê ji dayik bûye bû. Li wir jî bi qehremanî şer dike û bi serbilindî digihêje karwanê şehîdên nemir.

Hevalê me Polat Efrîn di roja 52’yemîn a Berxwedana Serdemê de gihişt şehadetê. Polat di tevahiya salên têkoşîn û şoreşgertiya xwe de, ji vê rastiya şoreşê re bi kesayet û fedakariya xwe, bi nav û deng bû. Heval Polat Efrîn ji destpêka şoreşê heya roja şehîd bû, li gelek qadên têkoşînê ma. Li gelek eniyan li beramberî çeteyên hov û dirinde şer kir. Heval Polat di nava gelek şerên meydanî de weke egîdekî jîr û jêhatî pêşengtî ji hevalên xwe re kir.

Hevalê me Polat Efrîn di nav hevalên xwe de bi fedakartî, ruhê berxwedêrî û wêrekiya xwe dihat naskirin. Pir dihat hezkirin. Li ber dilê hevrê, hogir û gelê xwe jî delalî bû. Di sekn û pîvanên xwe yên jiyanê de jî kesayeta milîtaniya fedaî ya Apoyî dida nîşandan. Ji ber vê jî li kîjan qadê berxwedan heba hevalê Polat ew qad hildibijart û timî li wir bû. Li ku derê şerê herî giran diqewimî, heval Polat berê xwe dida wir. Heval Polat di wan şeran de heft caran birîndar dibe û 12 gule li laşê wî dikevin.

Gaziyê şer, dildarê Şoreşa Rojava Polat di Berxwedana Serdemê de jî heya dawiyê bi wê sekna fedaiyane şer dikir û li gundê Qizlbaş ê Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker û xwînmij çalakiya fedaî li dar xist. Heval Polat Efrîn bi vî awayî di berxwedana Efrînê de dibe yek ji şopdarên Avesta Xabûr û Îlan Dara.

Em weke heval û şopdarên Avesta Xabûr, Îlan Dara, Polat Efrîn û tevahî şehîdên şoreşa azadiyê soz didin heya dawiyê li ser şopa wan bimeşin û wan bidin jiyîn. Em cardin di kesayetê gaziyê Şoreşa Rojava Polat Efrîn de bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Şehîd pêşengên şoreşê ne. Em ê her û her wan di jiyan û têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Em ê hedef û armancên wan pêk bînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button