Gaziya şer Şîlan Kobanê, şerê Îsraîl-DYA û Îranê nirxand

Şîlan Kobanê

Gelo ev şerê Îsraîl-DYA û Îranê tolgirtina çi ye yan jî ji bo berjewendî û meslehetên kîjan desthilatdariyan e? Gelo ev komployeke nû ye? Heke komplo be li hember kê ye?

Yên di projeya vî şerî de cih girtin çi difikirin? Kî ne? Gelo wan pişperdeya vî şerî dîtibûn yan na?

Yên tirb û gora xelkê dikolan bi xwe ketinê. Xelkê bi hev didin kuştin. Ez tiştekî dinê jî dixwînim. Heke em bêjin qapax  tê ser beroşê!.. Nuqte tê ber tîp û herfê!.. Yan jî em bi zimanê dayik û bavê xwe bêjin, “Kevir tol dibe, li cihê rast disekin.”

Madem plan ev bû, çima ewqas feqîr û fuqare dan kuştin? Niha jî ma dor hatiye efendiyan? Destê kê di bêrîka kê de ye ne diyar e.

Di van şeran de ji leşkerên wan ên esasî yek jî nayê kuştin. Dibe ku cilên artêşên dewletan li xwe kiribin, lê wekî ferd jî mirovên feqîr ên Rojhilata Navîn in.

Êdî tîr ji kevanê derketiye. Gelo pere dikarin kê ji wan rizgar bikin? Yan jî sûk û bazirganên çekên mezin wê li aliyê kê bisekinin?

Gelo mimkun e piştî vî şerî Yekîtiya Rojhilata Navîn çêbibe? Vê carê ne henek e ne jî derew e. Her kes dizane bihara Ereban kirin zivistan û çile.

Niha tiştek tê bala min. Di nav hemû gelan de gotinên pêşiyan hene. Ereb dibêjin, “Kî tirbê ji birayê xwe re dikole ew bi xwe tê wer dibe.”

Pêwîst e gelên Misliman û bi taybet jî eşîrên Ereban li ser vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn baş bifikirin û dersan jê bigirin. Ji zarokên xwe re heqîqetê vebêjin ji bo careke din ew tiştên rû didin dubare nebin.  Çima ez ji bo eşîran dibêjim? Ji ber eşîr koka civakî ya Ereban in.  Ev şer jî ne tenê bişaftina dînê Îslamê yê esîl; bişaftina eşîrên esîl ên Ereban e jî.

Eger hûn li xwe mikur bên, Rêbertiya me jî di destpêka esareta xwe de hişyariya tiştên îro rû didin kiribû. Rê jî nîşan dabû. Lê mixabin ji ber we kurk û ebeyên mulkiyetê û qraliyetê li xwe kiribûn, we digot qey wê heta hetayê we biparêzin.

De binêrin!

Şer di heyva herî pîroz a Remezanê de  rû da. Bombe li ser welatan dibarin. Plan û hesabên vî şerî çiqasî zelal in!.. Yên ji şer herî zêde ziyanê dibînin jî jin in.

Em weke Kurd vî şerî naxwazin. Em li wan şad nabin. Ez bawer im mirov biçe ji kîjan dayikên şehîdan pirs bike, wê bêjin, “Înşealah kes nemire.  Bes e bila êdî kes neyê kuştin.”

Kesên kezeba wan şewitî naxwazin şer rû bide.  Tevî ku dagirker û hêzên hegemon bi hev re li hember Rêbertiya me komploya herî bêbext a cîhanê kirin jî yê herî zêde di nav hewldanên bidawîkirina şer û pevçûnan de ye, Rêbertiya me ye. Em bi Rêbertiya xwe serbilind in. Paradîgmaya Rêber Apo wê tekez pratîze bibe û cîhaneke bêşer û bêpevçûn em ê di pêşengiya jinên azadîxwaz û mirovatiya pêşverû de ava bikin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button