Forma gelê Botanê û jina koçer

Arîn Koçer

Jinên koçer û jiyana koçeriyê di warê pîrozbahî, heybet, jixwebaweriyê de xwedî cihekî girîng in. Jinên koçer di sekna xwe de pir xwezayî ne û di nava malbatê de jî gotina dayikan derbasdar e. Jinên koçer û bi taybet jî dayikên koçer ên Botanê di nava civakê de xwedî rol in. Jiyana koçeran xwezayî ye û ti zexteke civakê li ser jinê nîne. Jinên Botanê xwedî taybetmendiyên civaka xwezayî ne. Jiyana wan hevpar û komînal e. Hevgirtî ne û jiyana wan tijî hezkirin, rêzdayîn û hevgirtî ne. Di nava xwezayê de dijîn. Xwe weke xwezayê zindî dibînin. Jixwe jinên ku li herêma Botanê dijîn pir ji xwe bawer in û debara xwe bi rêya xwezayê dabîn dikin.

Jin jiyana xwe ya malbatê bi xwe bi rêk û pêk dikin. Jiyana xwe bi vî awayî didomînin. Weke ku ji jiyana wan diyar dibe jinên Botanê û yên koçer pir jîr in.  Xwedî sekneke welê ne ku ew xwe bi rê ve dibin. Tevî her li zozanan e jî pir xweşik û bedew in. Rindî û xweşikiya wan jî her dibe çavkaniya helbestvan û stranvanan. Di taybetmendiyên jinên koçer de gelek dewlemendiyên çandî hene. Hîna jî jinên koçer tevnan çêdikin û karên xwe yên destan bi xwe rêk û pêk dikin. Pir pêdiviyên wan bi bajaran nîne û zêde nikarin li bajaran bijîn.

Jinên koçer li kêleka bêrîvaniyê mast, penêr, kêşk û lolikê jî çêdikin. Gelek rengên giyayan  berhev dikin. Hinek jinên bi temen mezin ji giyayan dermanan çêdikin. Ger û geşta jinên koçer dihêle ku xwezayê fêm bikin. Gelek tişt ji dayika xweza fêr dibin. Dayikên koçer teşiyê dirêsin û tevnê çêdikin. Merşên ji şar çêdikin û bi giyayên xwezayê rengan çêdikin. Şelemeyan çêdikin. Kurtanan ji hespan re çêdikin. Xwezaya Botanê gelekî dewlemend e. Jixwe dema  mirov ji wê ava wê ya zelal vedixwe, tehma jiyanê his dike. Şevên zozanan weke jiyana bihuştê ye.

Wekî din jî xelkên koçer her tim çand, ziman, dîrok û kevneşopiyên xwe weke neteweya Kurd parastine. Di hest, ruh û fikrên xwe de parastî ne. Vê rêûresmê neqlî nifşên piştî xwe dikin. Gelê Botanê hîn jî li ser wê çandê dijîn. Forma jiyana herêma Botanê ya civakeke xwezayî ye. Bi axa xwe ve girêdayî ne. Kesên temen mezin esas digin. Dîroka çanda civaka herêma Botanê xwe dispêre serdema neolîtîkê. Jixwe forma eşîretê jî bi serdema neolîtîkê re pêş ketiye û dibe formeke jiyana çanda civakî. Di warê hunerî de jî gelekî li pêş e. Kilam, dengbêjî, çîrok, serpêhatî û çanda devokî di nava jinên koçer de pir dewlemend e. Li gor van rastiyan civak û çanda Botanê xwedî dîrokek pir kevnar e. Li gor vê heqîqetê, jina koçer a Botanê xwedî roleke xwezayî ya rêveber e.

Bi tevahî xelkên koçer kedkar in û bi taybet jî jinên koçer gelekî kedkar û afirîner in. Di nava jiyana wan koçeran de jî hênaseke azad, di nava xwezayê de heye. Mirov dikare ji jiyana gelê Botanê re bibêje, gundîtiya azad. Dema xeteriyek li ser civaka koçer a li Botanê pêk tê, jina koçer jî mîna pêşengek civaka xwe diparêze û têkoşîna jiyanê dide meşandin. Jinên koçer di jiyanê de berpirsiyariyeke mezin digirin ser milên  xwe. Gêlê herêmê di asta welatparêziyê  de gelekî li pêş e. Dema tê xwestin dibe şoreşger, li gorî pêwîstiyan jî dibe welatperwer. Ev tev nirxên dîrokê yên civaka xwezayî ne.  Ev nirxên civaka xwezayî yên di kesayeta jina koçer a li herêma Botanê de peyda dibin. Bi awayekî zanistî tev dibin nirxên bingehîn ên Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Jixwe koçer mêvanperwer in, mirov hez in, rêzdar in û gelekî jî wêrek in. Xwezayê mala xwe dibînin. Yek ji taybetmendiyên wan ên bingehîn xwezayê weke kefa destê xwe nas dikin, jê hez jî dikin. Cûdî, Gabar, Herekol, jixwe zozanên Botanê bi golên xwe navdar in. Çiyayên Botanê vîna gelê Kurd e. Bedewiya wê bi jinên koçerên Botanê tê xemilandin. Gelê Botanê dildariya xwe ji bo Rêber Apo timî dide nîşandan. Dilsozê doza xwe ye û piraniya gelê heremê bi dirûşma “Bijî Serok Apo”  dijîn.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button