Fikrên Rêbertî wê me bigihînin azadiyê

Gaziyê şer Çekdar Efrîn ê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir got, “Ya me bigihîne rohniyê û azadiyê bîrdozî û fikrên Rêbertî ne. Komploya 15’ê Sibatê bi avakirina yekîtiyê wê bi temamî were pûçkirin.”
Gaziyê şer Çekdar Efrîn têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêber Apo hat pêşxistin nêrînên xwe anîn ziman.
Çekdar Efrîn di destpêka axaftina xwe komploya 15’ê Sibatê bi tundî şermezar kir û ev anî ziman, “Neyar, xayîn û dijminên gelê Kurd ên herêmî û navneteweyî, ketin nav hewldana ku gelê Kurd bi temamî têk bibin. Dewletên navendî, tirsonek û xêrnexwaz neteweya Kurd, ji xwe re kirin hedef û armanc da ku wan bi temamî qir bikin. Ji bo neteweyeke bi navê Kurd li dinyayê nemîne ev êrîş û komplo pêş xistin. Bêguman sedemên van êrîşan û vê komployê yên dîrokî ku hê ji dema êrîşên xaçperestan ên li hember Rojhilata Navîn çavkaniya xwe digire hene. Li hember wan êrîşan Selahaddînê Eyubî ku berxwedaneke mezin pêş xistibû, ew ji bo hêzên Rojavayî bibû derd û kuleke hê jî bi dawî nebûye.”
Gaziyê şer Çekdar bal kişand ku hêzên hegemon û dagirker ên dijminê sondxwarî yên gelê Kurd in, naxwazin Kurd bibin xwedî îrade û wiha domand, “Rêber Apo yê bi ked û têkoşîneke mezin rê li ber rohnîbûna gelê Kurd vekir, ji hêla wan hêzan ve hedef hat girtin û Komploya Navneteweyî li ser vî bingehî hat pêşxistin.”
Çekdar Efrîn destnîşan kir ku êrîşên 6’ê Çileyê dest pê kirin jî weke dewama komploya li hember Rêbertî hatin pêşxistin û got, “Hêzên komploger ketin nav hewldana temamkirina komployê. Ji bo xerabkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo da destpêkirin, wan hêzan êrîşên li hember herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş xistin. Li hember wan êrîşan berxwedaneke dîrokî hat pêşxistin. Gelê Kurd mîna di pêvajoya 1999’an de li her deverê rabû ser piyan û xwedî li Şoreşa Rojava derket. Li ser vî esasî ew komploya duyemîn jî hat berterefkirin.”
Gaziyê şer Çekdar gotinên xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê banga min ji hemû gelê Kurd re ew e ku xwedî li rûmeta xwe derkevin. Ji bo gelê Kurd dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ êdî bûye tarz û şêweyekî jiyanê. Em li ku derê bin jî divê li hember êrîş û gefan berxwedana xwe pêş bixin. Hewce ye ji her demê bêhtir em xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bikin. Ya me bigihîne rohniyê û azadiyê bîrdozî û fikrên Rêbertî ne. Komploya 15’ê Sibatê bi avakirina yekîtiyê wê bi temamî were pûçkirin.”




