Fikrên Rêber Apo çavkaniya çareseriyan e

Zîlan Hesekê

Rêber Apo ji bo me heqîqet, ronahî, hêvî û bawerî ye. Ji bo em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karibin şoreşa xwe biparêzin, divê em xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de pêş bixin. Her wiha divê em fikrên Rêbertiya xwe bigihînin her kesî. Ji ber di vê rewşa bi qeyran û kaos a mirovatî di nav de ye, îdeolojî û ramanên Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkan çavkaniya herî xurt a çareseriyê ne.

Dilê me her tim ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo lê dide. Weke şagirt û şervanên Rêber Apo pêwîst e em her kêlî di nav berxwedan û têkoşînê de bin da ku em karibin Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî azad bikin.

Ne tenê gelê Kurd tevahî gelên Rojhilata Navîn ji têkoşîn û ramanên Rêber Apo bandor bûne. Her kes dizane ku tenê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê wê mirovatî karibe bi rengekî azad û wekhev pêkve bijîn.

Di roja me ya îro de şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de ji hemû cîhanê re bûye nimûneya ku hemû gel û bawerî dikarin di nav aştiyeke herî bi rûmet de bijîn.

Lewma ya dikeve ser milên me ew e, em li her qada lê ne têkoşîna xwe bilind bikin. Li gelek qadên rêveberiya xweser mirovên welatparêz û bi taybet jin bi awayekî bi komî parêznameyên Rêber Apo dixwînin û li ser nirxandinan dikin. Ev xebateke pir pîroz e. Divê xebatên bi vî rengî daîmî bin û ji her temenî mirov tevlî vê xebatê bibin.

Di vê meha Gulanê ya şehîdan de ez Rêber Apo yê tevahî jiyana xwe ji bo pêkanîna hêviyên şehîdan feda kiriye ji dil û can silav dikim. Di şexsê heval Hakî Karer, Xelîl Çavgûn û Ferhadan de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button