Fermandar Deştî her kelemê çavên neyaran bû

Leyla Weşûkanî

Heval û qehremanê dilwêrek Deştî bi dilê xwe yê weke deryayan fireh û mezin cihê xwe di dilê hevrê, hogir û gelê xwe de çêkir. Ji wan re bû îlhama têkoşîn û berxwedanê.  Heval û fermandar Deştî tevî her du lingên xwe di şer de winda kiribûn jî, timî mîna mirovekî li ser piyan dixebitî û bi hevalên gazî re mijûl dibû.

Fermandar Deştî qet bê kar û bê xebat nedima, her çalak û aktîf bû. Deştî di şerê xwe de jî gelekî ji xwe bawer bû û bi wêrekî şer dikir. Her ji bo gelê Kurd û gelên herêmê pêşerojek azad hêvî dikir. Li gorî wê jî bi kelecana serketinê têkoşîn dikir.

Bi rastî vîna fermandar Deştî nîşanî dost û dijminan dida ku ji bo mirov bibe qehreman û destanan binivîse hewce nake mirov îleh xwedî çav, dest û ling be. Bi rastî pir zelal dihat diyarkirin ku dema mirov bixwaze destanên qehremaniyê ava bike, ti tişt nikare bibe astengî û kelem. Her wiha mirov dikare teqez navê xwe bi tîpên zêrîn li ser pelên dîrokê bineqişîne û mayînde bibe.

Naxwe ya herî girîng jî ew e mirov di ferqa rola xwe ya pêşengtiyê de be, ji derfetên heyî sûd bigire û di kêliyê de mîsyona qehremaniyê qezenc bike. Mirov di vê mijarê de dikare bibêje ku jixwe mirov dê carekê çavên xwe li jiyanê bigire û wê ruh ji bedenê rizgar bibe. Lê ya girîng jî ew e mirov çawa ji bo jiyanê xwe bi rêk û pêk dike, pêwîst e di heman demê de têkildarî mirinê jî pir baş bihizire, kêliya guncaw hilbijêre da ku di asta herî jor de bi nav û deng be. Hevrê û fermandarê qehreman ê bi nav û deng Deştî jî bi bîr û baweriyek mezin rêya mirina herî bi rûmet hilbijart.

Heval Deştî ti carî çavên xwe ji kêmanî û şaştiyan re negirt, xeta milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de parast, jiya û derxist asta herî bilind. Fermandar û bazê şoreşê Deştî yê bi ruhê xwe yê bi kelecana şoreşê dijiya, bû pêşengekî hevrêyên xwe û nimûneya berxwedana bêhempa.

Fermandar Deştî Efrîn li şûna xwe mîrateyek dewlemend a çanda şoreşa Apoyî hişt û ji ciwanên şoreşê re bû pêşeng û serkêş. Şoreşger û qehreman Deştî xwedî dilekî mezin a mîna okyanusan bû. Windakirina heval û fermandar Deştî ji bo gaziyan û şoreşê bêşensiyek gelekî mezin û cihê xembariyê ye.

Hevrê Deştî dixwest bibe milîtanekî herî rast ê Rêber Apo û doza gelê Kurd. Şehîd Deştî di hevaltiya xwe de gelekî durist û fedakar bû. Gelekî jîr û zana bû. Dema qala hevaltiya rast û durist tê kirin berî her kesî şehîd Deştî tê bîra mirovan. Hevalên pêre diman û ew nas dikirin, timî hevrê Deştî ji bo xwe weke pêşeng û hêz didîtin. Rêz û hurmeteke mezin didanê.

Heval Deştî ji bo hevalên li cem xwe kêfxweş bike û moral bide wan timî di nav hewldanan de bû. Jixwe ew bi xwe jî timî bi coş û moral bû. Dema diaxivî mirov her dixwest wî guhdar bike, têkildarî têkoşîn, berxwedan û xebata şoreşê tecrûbeyan jê bigire. Bi axaftin û nirxandinên xwe bawerî û hêvî dida kesên li derdora xwe.

Fermandar Deştî di diyalogên xwe de mirov dixistin nava lêhûrbûnan. Timî mirov teşwîqî xwerêxistinkirinê dikirin. Ji ber vê her kes li dora heval Deştî kom dibû. Her kesî dixwest di bin rêveberiya wî de bixebite. Şehîd Deştî xwedî kesayetek xwezayî û dilnizm bû. Bi mezinan re mezin û bi biçûkan re jî biçûk bû. Ji zimanê xwezayê fêm dikir û ekolojîk bû. Qet zerar nedida ti zindiyekî, pir ji keskahî û sewalan hez dikir. Kesayeta fermandar Deştî pir bi heybet û bandor bû. Heval Deştî pir ji bajarê xwe Efrînê hez dikir û her digot ku helbet wê rojekê bajarê xwe yê rengîn rizgar bikin, çavên neyaran birijînin û wan poşman bikin.

Heval Deştî gelekî ji çivîkan hez dikir. Ew pir bi coş û kelecan xwedî dikirin û diparastin. Bi vî awayî bi dilek pir paqij û tijî hezkirin hevaltiya xwe ya bi xwezayê re jî nîşan dida. Bi qasî ji hêla hevalên xwe ve dihate hezkirin, ji aliyê welatparêzan ve jî pir dihat hezkirin. Cihê xwe di deryaya dilê wan de hêşîn kiribû. Bi taybet dayikên Efrînî gelekî ji şehîd Deştî hez dikirin. Dema rojekê nedîtibana, pirsa wî ji hevalan dikirin û ew meraq dikirin. Hevalê Deştî ji xwe re kiribû weke adetekê û her kengî li ser rêya xwe kesek dîtibaya bi germahiyek mezin ew silav dikir û rewşa wan pirs dikir.

Dema vesaziya şehîd Deştî çêdibû, hevalên pêrê dixebitîn gelekî xemgîn dibûn û nedixwestin ji cem wan biçe. Hevalê Deştî hem pir girêdayî xaka xwe bû, hem jî dilsozê şervanên azadiyê bû. Tevî her du lingên xwe feda kiribû jî di cihê xwe de nedisekinî. Timî weke çemekî diherikî. Lewma her kesî jê hez dikir. Cihê bawerî, ewlehî û şadiyê bû. Şoreşger û fermandarê azadiyê hevrê Deştî 7’ê Kanûna 2017’an di êrîşeke çeteyan şehîd bû.

Careke din bi rêz û hurmet, bi minetdarî em bejna xwe li hemberî fermandar û qehreman heval Deştî û tevahî şehîdên azadiyê ditewînin. Em ji dil û can diyar dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin, hêvî, xeyal û armancên wan bi serketinê tacîdar bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button