Ezîz Hezex: Sorxwîn û Azadî temsîla ruhê hevaltiyê dikirin

Ezîz Hezex diyar kir ku şehîd Azadî jî mîna şehîd Sorxwîn ji hevalan pir hez dikir “Temsîla ruhê hevaltiyê, ruhê Apocîtiyê dikirin.”
Ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik 11’ê Sibata 2024’an li Qamişloyê di encama êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên keşfê şehîd bûn. Hevalê wan ê têkoşînê û gaziyê şer Ezîz Hezex ji ANF’ê re behsa jiyan û têkoşîna şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî kir.
Ezîz Hezex bal kişand ser erdnîgariya şehîd Sorxwîn lê ji dayik bûye û got, “Heval Sorxwîn sala 1985’an di pêvajoyeke Tevgera Azadiyê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re dest bi têkoşîneke mezin kiribû û di nav gelê Kurd rê li ber heyecan û coşeke mezin vebibû, li Makoyê ji dayik bûye. Sorxwîn eşîra Celaliyan a serhildêr e. Dikarim bêjim ku gelek taybetmendiyên erdnîgariya lê çêbibû di kesayeta heval Sorxwîn de xwe didan der. Ji wê herêmê gelek egîd, şêrejin, jinxas û mêrxas derketine û mohra xwe li doza gelê Kurd dane. Malbata heval Sorxwîn yek ji malbatên sereke yên deriyê xwe ji Tevgera Azadiyê re vekiribûn. Hevrê Sorxwîn hê ji zarokatiya xwe ve hevalan nas dike, bi çanda hevalan mezin bû û bi wan re kar û xebat dikir. Piştî temenekî ew kar û xebat êdî wê têr nake û dixwaze bi awayekî aktîf weke gerîlayeke azadiyê tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibe. Heval Sorxwîn li ser vî esasî 2006’an berê xwe dide çiyayan û dibe gerîlayeke azadiyê.”
Gaziyê şer destnîşan kir ku şehîd Sorxwîn ji roja tevlî nav refên azadiyê bû heya şehadeta xwe bi coş, moral û dilsoziyeke mezin bi hemû kar û xebatên şoreşê rabû û wiha axivî, “Heval Sorxwîn piştî li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyên eskerî û îdeolojîk dibîne, berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li hember Kobanê dest pê dike jî bi komek hevrêyên xwe re berê xwe da Rojavayê Kurdistanê bajarê qedîm Kobanê. Jina çiyayî Sorxwîn di berxwedana Kobanê de ji hevalên xwe re dibe pêşeng û di têkbirina çeteyan de bi roleke girîng radibe. Heval Sorxwîn di berxwedana Kobanê de birîndar dibe û çavekî xwe fedayî gel û xaka xwe dike.”
Dilsozeke mezin a Rêbertî û şehîdan bû
Ezîz Hezex anî ziman ku birîndarî jî ti carî nikarîbû li hember têkoşîna hevala Sorxwîn bibe asteng û wiha dewam kir, “Heval Sorxwîn hema çawa tedawiya xwe diqedîne careke din derbasî Kobanê dibe û karê tevlîbûnê dimeşîne. Me bi hevala Sorxwîn re li gelek qadên cuda pêkve xebat meşand. Dema tevlî nav xebatên hevalên gazî bû jî bêsekn kar dikir. Bi her tiştên hevalan re mijûl dibû û qet dilê wan nedihişt. Ango weke hevaleke gaziya şer hevrêyên xwe yên birîndar û gazî ji dil de his dikir û wer nêzî wan dibû. Timî ji hevalên gazî re pêşniyar dikir ku perspektîfên Rêber Apo yên ji bo gaziyan bixwînin û digot, ‘Divê em nebêjin em birîndar bûne, me ji bedena xwe parçe dane û em êdî nikarin tiştekî bikin. Gazîtî pêşengtî ye. Divê em rola Rêbertî daye ser milên me bi hemû hêza xwe pêk bînin.’”
Ezîz Hezex diyar kir ku yek ji hesret, xwestek û meraqa şehîd Sorxwîn ew bû ku bi awayekî fizîkî Rêbertî bibîne û got, “Heval Sorwîn bi ruh, fikir, têkoşîn, pratîk, teorî û jiyana xwe mîna timî bi Rêbertî re tevdigeriya. Dilsozeke mezin a Rêbertî û şehîdan bû. Belê di têkoşîna cins de xwedî biryar bû, lê ferq û cudatî nekir nav hevalên jin û xort. Ji ber vê hemû hevalên gazî pir jê hez dikirin. Dema diçû nuqteyeke hevalan, hê neketibû hewşa nuqteyê hemû hevalên gazî bi coş û kêfxweşiyeke mezin diçûn ew pêşwazî dikirin.
Gaziyê şer Ezîz Hezex da xuyakirin ku gelekî kêfa heval Sorxwîn ji Kobanê re dihat û wiha axivî, “Di her salvegera azadkirina Kobanê de teqez tevlî pîrozbahiyan dibû. Xelkê me yê Kobanê jî pir jê hez dikin. Sorxwîn beriya şehîd bibe wesiyet kiribû ku eger rojekê şehîd bibe divê wê li Kobanê veşêrin. Li ser vê wesiyeta wê piştî şehadetê li xaka qedîm û berxwedêr a Kobanê ligel hevalên bi wan re di nav berxwedana dîrokî de cih girtibû û şehîd bibûn hat veşartin. Bêguman mirov çi bêje jî ji bo heval Sorxwîn wê kêm bimîne. Heya hevalên me yên weke Sorxwîn hebin, em ê ti carî têk neçin. Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin. Heya dawiyê em ê ji bo biserxistina armancên şehîdan tevbigerin.”
Heval Azadî bi fedakarî, bi xwestek û coş dixebitî
Têkildarî şehîd Azadî Dêrik jî Ezîz Hezex wiha got, “Hevala Azadî di rêveberiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirt. Ew jî weke hevala Sorxwîn li warekî welatparêz tê dinyayê. Dêrika Hemko warê ku gelek Apociyên bi nirx û hêja jê derketine. Dêrika Hemko cihekî welê ye ku mohra xwe li dîroka têkoşîna Kurdistanê ya giştî daye. Hevala Azadî xwedî vê rêûresm û çanda berxwedêr bû. Her wiha ji ber gelek xizmên wê di nav refên Tevgera Azadiyê de ne, di naskirina fikir û felsefeya Rêbertî de zêde dereng namîne.”
Gaziyê şer Ezîz îşaret bi taybetmendiya kedkar a şehîd Azadî kir û wiha dewam kir, “Heval Azadî hê di temenekî biçûk de ji bo debara malbatê jî dixebite. Lewma dema di nav xebatan de jî ew taybetmendiya wê ya kedkar û parastina nirxan xwe bi awayekî berbiçav dida der. Hevala Azadî bi rastî jî xwedî ruhekî azad bû. Dizanî bê çi navî jî li xwe bike yan jî hevalan ev ruhê wê yê azad ferq kirine û ew nav ji bo wê guncav dîtine. Heval Azadî mîna heval Sorxwîn ji hevalan pir hez dikir û hevalan jî hurmeteke mezin didanê. Jixwe her du heval berê jî li Kobanê û deverên cuda bi hev re xebitîbûn. Temsîla ruhê hevaltiyê, ruhê Apocîtiyê dikirin.”
Ezîz Hezex bal kişand ku şehîd Azadî di xebatên xwe yên gaziyan de pir bi fedakarî, bi xwestek û coş bû û di vê mijarê de ev nirxandin kir, “Carinan bi saetan ligel hevalekî yan jî hevalekê dima û sohbet dikir. Hesasiyeta hevalên gazî fêm dikir û bi awayekî pir bi nazenînî nêzî wan dibû. Heval Azadî di mijara rêxistinkirin û perwerdekirina gel de jî pir jêhatî bû. Bi fedakariyeke bêhempa dixebitî. Jixwe ji ber xebatên gaziyan jî pir hesas e hevalan vesaziya wê li cem hevalên gazî çêkir. Hevala Azadî jî ew hêz û qudret di xwe de dît ku vê wezîfeya pîroz hilgire. Weke hevalên gazî divê em ti carî van hevalan ji bîr nekin. Pêwîst e, em girêdayî têkoşîn û bîranîna tevahî hevalên xwe yên şehîd bin.”
Gaziyê şer Ezîz Hezex axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em ê timî di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Wan hevalan ji bo jiyaneke azad ji gelên me re ava bikin, bêteredut çûn ser mirinê. Li ser vî esasî di duyemîn salvegera şehadeta wan de heval Sorxwîn û heval Azadî bi rêzdarî bi bîr tînim. Weke heval û hevrêyên wan heya nefesa xwe ya dawî ji bo bicihanîna armanc û hedefên wan em ê têkoşîn bikin. Vê têkoşîna mafdar a di pêşengiya jinan de pêş dikeve teqez em ê bi serketinê tacîdar bikin.”




