Evîndara azadiyê: Evîn Tolhildan

 

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya weke şoreşa gelan jî tê pênasekirin, bi ked û fedakariya şehîdan ava bû û pêş dikeve. Şehadeta her hevrêyekê/î ji hevalên wan ên mane re ji bo xeyal û hêvî veguherin rastiyê ferman in.

Şervana azadiyê hevrê Evîn (Elmas Mihemed) jî ji bo azadiyê ked û fedakariyeke mezin nîşan daye, heya dawiyê têkoşîn meşandiye. Bi kesayeta xwe ya mînak di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtiye.

Hevrê Evîn Tolhildan li Efrînê di nav malbateke welatparêz de mezin bûye û di temenekî biçûk de ketiye nav lêgerîna azadiyê. Dema li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêla şoreşê belav bû, weke jineke ciwan sala 2012’an di nav refên têkoşînê de cih girt.

Hevrê Evîn a sala 2013’an li Til Elo di şerê li hemberî çeteyên Cebhet El-Nûsra de cih girt û di vî şerî de bi giranî birîndar dibe. Hevrê Evîn ji ber vê rewşa birîndariyê demeke dirêj hem tedawiyê dibîne hem jî di xebatên tenduristiyê de alîkariya heval û hevrêyên xwe dike.

Dilsoz û evîndara azadiyê hevrê Evîn a xwe di bîrdozî û felsefeya Rêbertiyê de jî kûr kiriye vê di pratîka xwe de bi awayekî herî muezem nîşan dide.

Hevrê Evîn a heya kêliya xwe ya dawî bi baweriyeke mezin û dildariyeke bêhempa têkoşîna rûmetê meşand ji ber birînên xwe 20’ê Îlona 2018’an tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevalên wê yên têkoşînê û gaziyên şer ku evîndara azadiyê Evîn timî ji bo xwe mînak digirin, li ser navê wê Klînîka Şehîd Evîn a Fizîkê vekirin. Birîndar û gaziyên şer li wê klînîkê hem tedawî dibînin û hem jî hevrêyên xwe tedawî dikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button