Em şoreşgerên hêja Sêvê, Pakîze û Fatma bi rêz û hurmet bi bîr tînin

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê 4’ê Çileya 2016’an sê jinên azadîxwaz, welatparêz û şoreşger di dema qedexeya derketina kolanan de bi guleyên ji wesayîta zirxî ya dewleta Tirk a dagirker hatin reşandin, hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina wan şoreşgerên hêja re re 9 sal derbas bûn. Êş û birîna heval û çalakvanên jin ên siyasetmedar, qet û qet ji bîr ve naçe û her wê di dil û mejiyê me de zindî bimîne.

Dewleta Tirk a faşîst û dagirker bi taybet jinên bi hêz û xwedî bandor hedef digire û hewl dide wan tine bike. Bi vî rengî jî dixwaze civakê bêbertek bihêle. Lê wan ji bîr kiriye ku civak û jinên bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo serwext bûne êdî ne tenê gelê Kurd tevahî jin û gelên cîhanê bandor dikin. Nîşan dane ku êdî rêyeke li ser esasê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê ya bi ramanên Rêber Apo ava bûye, heye.

Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji zû ve şiyar bûne, ketine cenga azadiyê, êdî hew kes dikare wan paşde bikişîne û tine bike. Weke gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’emîn salvegera şehadeta wan de em şoreşgerên jin ên giranbiha Pakîze, Sêvê û Fatma bi bîr tînin. Li hemberî mezinahî û bilindbûna wan bejna xwe ditewînin û soza tolhildanê ji wan re nû dikin.

Divê were zanîn têkoşîn û berxwedana îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya şervanên jin de bi awayekî herî muezem didome ji bo rizgariya hemû jin û gelan e. Ev serbilindî û serketina her kêlî tê jiyîn rûmet û serbilindiya hemû jinên têkoşer û şoreşger e.

Îro li çeperên berxwedanê bi sedan jinên Kurd, Ereb, Suryan û hwd. ji netewe û baweriyan bi hêz û baweriya ji Sêvê, Fatma û Pakizeyan digirin li meydanên şer di nav berxwedanê de ne.

Li ser vî bingehî em bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz dikin ku roj roja xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe ye. Têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê erka hemû jinên azadîxwaz û xwedî keramet e.

Weke gaziyên jin em ê ti carî nehêlin kes taritiyê li ser me ferz bike. Bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêbertiya xwe, di rêya şehîdên me heya dawiyê ji me re rohnî kirine de em ê bêteredut bimeşin.

Em careke din şehîdên komkujiya Silopiyayê şoreşgerên mezin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ê hêvî û xeyalên wan bi serketina herî pîroz û watedar tacîdar bikin.

Gaziyên Jin ên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

05.01.2025

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button