Em şehîd Ferhad û şehîd Basil bi rêzdarî bi bîr tînin
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re
Di vê pêvajoya ku li herêma me guhertin û veguhertinên girîng çêdibin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di encama wan êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk û çeteyên wê de 8’ê Kanûnê li Minbicê hevalê me Ferhad Kobanê (Mustefa Huso), 21’ê Kanûnê hevalê me Cano Şedadê (Basil Ebdulrehîm Dawid) şehîd bûn.
Em her du hevalên xwe yên gaziyên şer ên heya dawiyê di nav berxwedana ji bo şeref û rûmeta gelan de cih girtin bi rêzdarî bi bîr tînin.
Şehîd Ferhad Kobanê
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama berdêlên pir giranbiha de navê xwe li dîroka bi rûmet a mirovatiyê de nivîsandiye û ji bo hemû bawerî û gelan bûye çavkaniya azadî û rizgariyê.
Tevahî destketî û pêşketinên şoreşa me bi saya ked û hewldanên hevalên me yên şehîd ava bûne û mayînde dibin. Şoreşa me ya li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêbertiya me xwe ava dike, ji gelan û baweriyan re ku bûye hêviya jiyaneke herî bi rûmet, ji bo hêzên serwer ên desthilatdarperest û dewletperest jî bûye tirseke mezin. Lewma şoreşa me dibe hedefa êrîşên herî hovane yên dagirker û hevkarên wan.
Dewleta Tirk a faşîst a yek ji dijminê sondxwarî yê vê şoreşa me ye, bênavber êrîşên xwe didomîne. Hewl dide çi tişta li ser navê wekheviya gelan û jiyana li ser esasê paradîgmaya Rêbertî hebe ji holê rake.
Di encama wan êrîşên hov ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li hember Minbicê de hevalê me yê gaziyê şer Ferhad Kobanê (Mustefa Huso) 8’ê Kanûnê gihişt şehadetê.
Hevalê me Ferhad ê timî bi duristî, fedakarî û dilsoziya xwe ya bi xak û mirovan dihat naskirin jî yek ji qehremanên destana berxwedanê ya li hember wan êrîşên hov e. Em ê ti carî hevrêyê xwe yê hêja Ferhad ji bîr nekin û ala wî timî bilind bikin.
Hevalê Ferhat ê sala 2013’an cihê xwe yê di nav refên şoreşê de girt, li gelek qadan xebat meşand. Heval Ferhad ê di nav refên şoreşê de gelek caran birîndar bû jî dest ji têkoşînê berneda. Ji berê zêdetir ket nav kar û xebatên têkoşînê.
Weke gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em soz didin hemû gelên xwe ku em ê tola hevalê xwe Ferhad rakin. Em ê çeteyên hov û hêzên dewleta Tirk a dagirker ji axa xwe derxin.
Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku rastiya şehîdan pir baş fêm bikin, bi xurtî li wan xwedî derkevin, li ser esasê xeta şehîdan xwe ji her demê bêhtir xwe rêxistin bikin û têkoşînê bilindtir bikin.
Li ser vî esasî di serî malbata hevalê me Ferhad em ji tevahî gelên xwe re sersaxiyê dixwazin. Şehîdên me di berxwedan û têkoşîna me ya li hemberî dagirkeriyê de hêza me ya herî esasî ne. Me li ser şopa xeta şehîdan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Ji niha û şûn ve jî bi heman awayî em ê vê şoreşê biparêzin û pêş bixin.
Şehîd Cano Şedadê
Hevrêyê me gaziyê şer Cano Şedadê (Basil Ebdulrehîm Dawid) 21’ê Kanûnê, li Til Berekê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov a biçek de gihişt şehadetê.
Hevalê me Basil ê ji herêma Şedadê ya navçeya Hedadiyê ye, di nav malbateke welatparêz a xwedî hestên şoreşgerî de mezin bûye. Heval Basil ê sala 2016’an tevlî nav refên QSD’ê dibe bi wêrekî, jîrbûn û duristiya xwe di dilê her hevrêyên xwe de cih girt.
Hevrê Basil ê di demeke kurt de xwe di felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de pêş xist, li ser esasê neteweya demokratîk û biratiya gelan bi xwestek û dilsoziyeke mezin têkoşîn meşand, di hemleyên li herêma Reqa, Dêrazorê û gelek qadên cuda de cihê xwe di refên herî pêş de girt.
Heval Basil sala 2019’an di êrîşeke nemerdane ya çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû. Weke gaziyekî şer ku parçeyek ji bedena xwe dabû, li ser bingehê “gazî şehîdên zindî ne” bi hemû kar û xebatên şoreşê rabû.
Di vê pêvajoya dawî ya li Sûriyeyê ku geşedanên girîng rû dan û dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên girêdayî xwe re li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber êrîşên xwe didomîne, heval Basil rojekê jî xwe paşde neda û timî li ser erka xwe bû.
Helbet çeteyên DAIŞ’ê çawa li hember berxwedana gelan têk çû, wê dewleta Tirk û hevkarên wê jî têk biçin. Wê dewleta Tirk a dixwaze herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi xwîna bi hezaran şehîdan û bi keda bi sedan gaziyan ava bûye dagir bike, wê hesab bide gelên me.
Weke gaziyên şer em ê ti carî hevrêyê xwe Basil ji bîr nekin. Heya dawiyê em ê bi hemû erk û wezîfeyên xwe rabin, xwedî li ked şoreşa gelên xwe derkevin. Em ê têkoşîna şehîd Basil bi serketinê tacîdar bikin
Careke din di şexsê heval Basil de em soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina şoreşê didin. Li ser vî esasî di destpêkê de ji malbata hevrêyê me Basil, ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên der barê nasnameya hevrêyên me yên şehîd de bi vî rengî ne:
Nav û Paşnav: Mustefa Huso
Nasnav: Ferhad Kobanê
Navê Dayik: Wehîde
Navê Bav: Elî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 08.12.2024/Minbic
………….
Nasnav: Cano Şedadî
Nav û Paşnav: Basil Ebdulrehîm Dawid
Navê Dayikê: Tirfe
Navê Bav: Ebdulrehîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 21.12.2024/Til Berek
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
23.12.2024