Em şehîd Çekdar Til Hemîs bi rêzdarî bi bîr tînin

Hevalê me yê gaziyê şer dilsozê xak û gelê xwe Çekdar Til Hemîs (Ridvan Beşir Mihemed) ê ji bo azadiya gelan bi lehengiyeke mezin di nav refên şoreşê de cih digirt, ji ber nexweşiyeke giran a ew demeke dirêj e berdewam dikir, şehîd bû.
Heval Çekdar ê li Til Hemîsê di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li dinyayê vekir, di pêvajoyeke ku ji her alî ve êrîş li ser xaka Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibûn, 2014’an ji bo parastina rûmeta gelan biryara xwe da û tevlî nav refên şoreşê bû.
Hevrê Çekdar ê di nav refên şoreşê de xwe bi bîrdozî û ramanên Rêber Apo pêş xistibû û bibû yek şervanên Apoyî yê leheng sala 2017’an Til Hemîsê di encama teqîna mayînekê de birîndar dibe û ji her du lingên xwe felc dibe.
Tevî birîndariya xwe jî hevalê me Çekdar li ser esasê “Gazî pêşengên şoreşê ne” ti tiştek li hember xwe weke astengî nedît. Timî bi fedakarî bi hemû karên şoreşê ku radibû, ji heval û gelê xwe re çavkaniya moral û hêzê bû.
Heval Çekdar 21’ê Hezîranê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.
Weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyê şer di serî de ji malbata me heja hêja ya şehîd Çekdar re, ji tevahî gelên herêmê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ala têkoşînê ya hevalê Çekdar her tim bilind dikin, hêvî û xeyalên şehîdên xwe bi serketina herî pîroz tacîdar bikin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
23.06.2025