Em Konferansa Dayikên Aştiyê pîroz dikin

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

 

 

Em konferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê ji dil û can pîroz dikin û hêvîdar in ev konferansa bi peyama Rêber Apo rohnî bû, bibe wesîleya aştiyeke mayendî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Hûn dayikên hêja û delal ên herî zêde êş û azar kişandine kedeke we ya pir mezin ji bo aştî, xwişk û biratiya gelan çêdibe. Em dizanin di nav we de gelek dayikên şehîdan ên îro ji bo lihevhatin û hevdu efûkirina gelan têkoşînê dikin hene.

Gelê Kurd deyndarê keda we dayikên wêrek û jêhatî ye. Doza gelê Kurd a ji bo aştî û civaka demokratîk, bi gelek berdêlan gihiştiye roja me ya îro. Hê jî bi dehan dayikên me di zindanan de ne û weke şêrejinên Apoyî li ber xwe didin. Gelek dayikên me jî canê xwe di rêya têkoşîna ji bo azadiyê de dan. Ji dayika Gulê Selmo heya dayika Taybet,  dayika Akîde, dayika Hogir bi dehan dayikên weke wan ên ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî û çareseriya aştiyane canê xwe feda kirin.

Çawa di dîroka mirovatiyê de her dem jin serkêş û pêşeng in, îro jî bi têkoşîna Rêber Apo, jinan careke din ev rol hilgirtin û weke pêşengên şoreşê derketin ser dika dîrokê. Li ser vî esasî weke gaziyên jin ên ji bo azadiya gelan berdêl dane em careke din ji dil û can konferansa we ya dayikên hêja pîroz dikin.

Em ji warê şoreşa Rojava ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya paytexta Kurdistanê Amedê silavên xwe yên germ ji we re dişînin. Em hêvîdar in  konferansa we dê bibe wesîleya çareseriya bingehîn a ji bo hemû gelan.

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

19.10.2025

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button