Em komploya 15’ê Sibatê rûreş û şermezar dikin

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Beriya her tiştî em Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya di şexsê Rêber Apo li hember mirovatiyê hat kirin şermezar û rûreş dikin. Em tevahî şehîdên xwe yên ji bo protestokirina komployê tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hêzên navneteweyî yên hegemon û hevkarên wan ên li Rojhilata Navîn ji bo karibin planên xwe yên li ser herêmê bê astengî pêş bixin, li hember Rêbertiya me komployeke di cîhanê de mînakên wê nînin kirin meriyetê.

Rêbertiya me bi fikir, felsefe, bîrdozî û têkoşîna xwe gelê Kurd ê ber bi tinebûnê ve diçû rakir ser piyan. Gelên herêmê û jinên bi hesreta jiyaneke azad bûn jî ji vê têkoşînê bandor bûn. Ew hêzên komploger ên ji mirovên difikirin û tehlîl dikin ditirsin, xwestin di şexsê Rêbertiya me de Kurdên azadîxwaz, serwext û dostên wan ên şoreşger bi temamî bêdeng bikin û ji holê rakin.

Ev komploya ji serî heya binî li dijî mirovatiyê û nirxên wê ye, bi berxwedaneke muezem a Rêbertiya me hat pûçkirin. Rêbertiya me li Girava Îmraliyê di nav tecrîd û îzolasyoneke giran de şoreşeke bi heybet a fikrî ava kir û pêşkeşî mirovatiya pêşverû kir.

Bêguman ew hêzên hegemon û hevkarên wan ên hê jî li ser Rojhilata Navîn plan û projeyên bi xwîn pêş dixin, vê komployê didomînin. Êrîşên ji 6’ê Çileyê ve li hember herêmên Rêveberiya Xweser hatin destpêkirin jî parçeyek ji vê konsepta nexêr e.

Gelê Kurd ê bi fikir û ramanên Rêber Apo bi dehan şoreşên zîhnî ava kirin û pêş xistin, li hember wan êrîşan, li hemû parçeyên welêt bi ruhekî neteweyî bertekên xwe diyar kir. Ji hêzên ewlekariyê heya şervanên QSD’ê û YPJ’ê li hember van êrîşên nemerd ên weke duyemîn komploya 15’ê Sibatê pêş ketin berxwedaneke herî pîroz hat meşandin.

Em weke gaziyên şer diyar dikin ku li hember her cure êrîşên li ser nirxên me bi ruhekî Apoyî em ê berxwedanê bilind bikin.

Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo, misogerkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan em ê bermahiyên komploya bêbext bi temamî ji holê rakin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

14.02.2026

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button