‘Em hemû QSD ne!’

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kobanê bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî ya mezin nîşan dan ku ew li gel QSD’ê ne. Di meşa gelek gaziyên şer jî amade bûn hate destnîşankirin ku wê her tim li dora QSD’ê bibin xelek.

Bi hezaran kesên ji şêniyên Kantona Firatê ji bo piştgiriya bi QSD’ê re daketin qadan û meşiyan.

Di meşa ji qada Jina Azad dest pê kir alên QSD’ê, Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wêneyên şehîdên azadiyê û pankartên “Em hemû QSD ne”, “QSD rûmeta me ye” hatin hildan û bê navber dirûşma “Bijî berxwedana QSD’ê” hate berzkirin.

Girseya gelek gaziyên şer di nav de cihê xwe girtin, ber bi qada Şehîd Egîd ve meşiya, li vir ji bo  şehîdan rêzgirtin pêk hat.

Piştre ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir û got, “Şervanên di çeperên şer de çi li milê bendava Tişrînê, çi li pira Qereqozaxê, gundewarên Micbicê û her wiha li milê Girê Spî jî şerekî giran dikin. Di vî şerî de şervanên me berxwedaneke dîrokî dikin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş diyar kir ku şervanên QSD’ê, YPG, YPJ her tim li hemberî dagirkeriyê têdikoşin, li ber xwe didin û wiha dewam kir: “Şervanên me her tim êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane têk dibin û li hemberî wan berxwedaneke dîrokî bi tîpên zêrîn dinivisînin. Gelê me yê bi rûmet kombûna me ya li vê derê ji bo ku em piştgiriya hêza xwe ya YPG, YPJ, QSD’ê bikin, berxwedana wan a dîrokî pîrok bikin. Em hemû QSD’yî ne, em ê her tim li pişta hêza xwe bin û wan biparêzin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button