Em fermandar Rêzan Çiya Efrîn bi rêz û hurmet bi bîr tînin
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re
Li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên bi armanca qirkirin û tinekirina gelan tên pêşxistin, hevalên me yên gaziyên şer li gelek qadan di nav têkoşîn û berxwedaneke bi heybet de ne.
Gazibûn ku di nav refên Tevgera Azadiyê de xwedî cihekî pir bi rûmet e Rêber Apo têkildarî gaziyan dibêje, “Gazîtî Şerefek e. Bicihanîna pêwîstiyên wê ji bo vê şerefê şertê bingehîn e.”
Hevalên me yên gazî jî bi vê zanebûn û baweriyê, ligel hilgirtina mîsyona gazîtiyê ji bo parastina şeref û rûmeta gelên herêmê bêsekn berxwedan û têkoşînê didomînin.
Hevalê me Rêzan Çiya (Evdo Ebdullah) ê sala 1994’an li Efrînê ji dayik dibe, bi têgihiştina ku ji warekî bi xak û gelê xwe ve girêdayî ye, di pêvajoya şoreşa Rojava de 2011’an tevlî nav refên şoreşê bû. Hevrê Rêzan ê di gelek hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriyê de cihê xwe girt, 2014’an li Serêkaniyê di şerekî de ji lingê xwe birîndar bû. Rêzan ê dildarê azadiyê jî bû, weke şervan û fermandarekî bi sekn û têkoşîna xwe ji bo heval û hevrêyên xwe mînak bû.
Heval Rêzan ê hema piştî tedawiyê careke din tevlî nav kar û xebatên têkoşînê dibe, bi fedakarî û cesareta xwe di dilê gelên me yên herêmê û hevalên xwe de cih girt. Dilsozê Rêber Apo, heval Rêzan yê li gelek qadan têkoşîn meşand 3’yê Kanûna 2024’an li Minbicê di êrîşeke dewleta Tirk û çeteyên wê de bêteredut li ber xwe û gihişt şehadetê.
Weke hevalên têkoşînê yên hevrê Rêzan em soz didin ku heya dawiyê em ê şopdarên armanc û hêviyên şehîdên xwe bin. Bi hêza em ji şehîdan û Rêbertiya xwe digirin, em ê hemû gelên xwe bigihînin welatekî azad.
Li ser vî esasî di serî de ji bo malbata hevalê me Rêzan, em ji tevahî heval û gelên xwe re sersaxiyê dixwazin. Wê rêya şehîdan rêya me be.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
25.12.2024