Em evîndarê Şoreşa Rojava şehîd Ehmed bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê

Di vê pêvajoya ku di encama planeke navneteweyî ya tarî de li hember Şoreşa Bakur û Rojhilatê û Rojava êrîşên hovane pêk hatin, bi sedan şervan û fermandarên bi rûmet cihê xwe yê pîroz di nav berxwedanê de girtin.

Weke di hemû merheleyên şoreşa azadiyê de gaziyên şer ên ji bedena xwe parçe dane jî her kêlî ji bo parastina nirx û destketiyên xwe li qadên cengê pêşengî kirin.

Yek ji wan lehengan jî hevalê me Ehmed Têkoşîn (Mûrad Çetîn) bû. Heval Ehmed ê tevî li çiyayên Kurdistanê gelek caran birîndar bû û çavekî xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kiribû, ji bo parastina nirxên şoreşa mirovatiyê berê xwe da Rojava.

Heval Ehmed Têkoşîn bi ked, fedakarî, dilnizmî û rûkeniya xwe cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de çêkir. Bi nirxandin, tehlîl û şîroveyên xwe nîşanî her kesî dida ku şervanên Apoyî di şer şert û mercî de dikarin bi rola xwe ya dîrokî ya ji bo têkoşîna xak û gelê xwe rabin. Hevrê Ehmed ê li ser esasê pîvanên Apoyî hevrêtiyeke esîl bi hevalên jin re pêş xist, di bin rêveberiya şehîd Sorxwîn Rojhilat de, ji bo hevalên xwe yên gaziyên şer jî kedeke mezin da.

Hevrêyê me Ehmed 24’ê Çileyê li Sirînê di berxwedana li hember êrîşên çeteyên HTŞ’ê de gihişt şehadetê. Em di şexsê hevalê xwe Ehmed de hemû şehîdên xwe yên hêja bi dildarî û dilsoziyeke mezin bi bîr tînin.

Weke gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em soz didin hêvî û xeyalên hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin. Em ê tola şehîd Ehmed ê evîndarê Şoreşa Rojava bi avakirina jiyaneke azad û wekhev a hemû mirovatî bi hesreta wê ye rakin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button