Em ê tola Şêx Seîd û Seyîd Rizayan bi avakirina jiyana azad rakin

Asya Weşûkanî

Sed sal di ser darvekirina Şêx Seîdê Pîran re derbas dibe, lê mixabin hîna jî tirba wî, her wiha ya Seyid Riza û Seîdê Kurdî diyar nînin. Mirov dihizire gelo çi navî li vê nêzîkatiyê bike û çawa bi wesf bike. Rêber Apo ewqasî dilnizm û baldar nêzîkatiyan raber dike da ku serdema aştiyê û rûniştina li dora maseya ji hevdu fêmkirinê xerab nebe. Tevî rewşa Rêbertî ya zindanê qet nehatiye guhertin jî bêhedan têkoşîn dike û di çareserkirina pirsgirêka Kurd û Tirkan de israr dike. Rayedarên dewleta Tirk hîn jî ti gavên pratîkî û berbiçav neavêtine.

Artêşa Tirk bi çekên kîmyewî çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Ev jî li hemberî keda Rêber Apo bêrêziyeke pir mezin e. Demildest divê dewleta Tirk û rayedarên wan dest ji wan nêzîkatiyên seresere berdin. Naxwe dibe ku Rêber Apo jî hêrs bibe û xwe ji navbeynkariya di navbera dewleta Tirk û fermandarên li çiyayan bikişîne. Wê demê gelo wê çawa bibe? Eger rayedarên dewleta Tirk nizanibin, ez dizanim wê çi bibe û wê çi were serê Kurd û Tirkan. Wê qet weke serdema Şêx Seîd, Seyid Riza nebe.  Wê wiha bibe ku beriya Kurdan wê dewleta Tirk hezar carî poşmam bibe û wê bi sedê salan ji vê siyaseta mirin û kuştinê xelas nebe.

Ez careke din dibêjim teqez divê dewleta Tirk hişê xwe bîne serê xwe. Ji tehdîtên dewleta Îsraîlê û efendiyên wê yên di NATO’yê de netirse. Weke çawa Kurdan di gelek şeran de ew bi tenê nehiştine û her weke xwişk û bira li kêleka hev li hemberî hêzên derve xwe parastine, wê careke din jî Kurd mil bi mil welatê xwe yê hevpar biparêzin. Bi qehremanî wê şer bikin. Li gorî ez dizanim rayedarên Tirk jî bi qasî me Kurd nas kirine û pêwîst e di biryardayînê de wêrek bin. Jixwe piştî ewqas şer wê mirov ji çi bitirse gelo? Li gorî nerîna min Devlet Bahçelî ji Erdogan, gelekî wêrektir e. Divê ew jî destê xwe bidin hevdu da ku li hemberî hêzên xeternak ên hundirîn bi ser kevin û avekê li agirê di nava her du gelan de bikin.

Ew agirê ku beriya 200 salan de di nav xwişk û biran de hatiye pêxistin û roj bi roj hatiye geşkirin, kêm maye her duyan jî bişewitîne. Lê weke tê dîtin îro bi têkoşîn û keda Rêber Apo agirê hatibû geşkirin hêdî hêdî kêm dibe. Lê eger bi temamî pirsgirêk neyê çareserkirin wê ew êgir careke din her du gelan jî bi xwe re bişewitîne. Wê şewat û agirê di nava her du gelan de tenê bi pratîzekirina nîqaş û hevdîtinên li Îmraliyê bitefe. Divê ev pirsgirêk li parlamentoyê jî were nîqaşkirin. Eger ew nebe, wê poşmanî feyde neke.

Careke din ez dibêjim teqez divê em vê firsenda dîrokî ji destê xwe bernedin. Bi vê mebestê ez yek ji pêşengê gelê Kurd Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî di salvegera şehadeta wan de careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê qet derfetê nedin ti hêz careke din li hember gelê Kurd û pêşengên wan komkujiyan pêk bînin. Em ê tola Şêx û seyidên xwe bi çareserkirina pirsgirêka Kurd û Tirk, bi avakirina jiyana azad rakin. Em ê li ser vî esasî li welatê xwe aştî, wekhevî û azadiyê çêbikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button