‘Em ê dagirkeriyê têk bibin’

 

Bi hezaran welatî û gaziyên şer li Kantona Firatê bi meşeke girseyî êrîşên çeteyan û dewleta Tirk ên dagirker ya li ser kantona Efrîn-Şehba û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Gelê Kantona Firatê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Dêrik û gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daketin qadan.

Girseya qerebalix a li Qada Jin a Azad li hev kom bûn û heta Qada Şehîd Egîd meşiya. Di meşê de şaxê dara Zeytûnê ku nîşaneya Efrînê ye, alên ji wêneyên Rêber Apo û yên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hildan.

Meş bi dirûşmeya ‘Bi berxwedana gelê Rojava û Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê, em ê dagirkeriyê têk bibin’ hate lidarxistin.

Piştî ku meş gihîşt Qada Şehîd Egîd ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.

Gaziyên şer ên bi alên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî meşê bibûn, dilsoziya xwe ya bi şervanên QSD, YPG-YPJ’ê re dubare kirin û diyarkirin ku heya dagirkerî were têk birin û di nav berxwedanê de bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button