Em ê bibin layiqî keda Bêrîtanan

Gulçîn Xoşmêr a gaziyeke şer e fermandara pêşeng Bêrîtan Hêvî bi bîr anî û got, “Bêrîtan bû xeta neteweya azadîxwaz û serhildêr. Em ê timî têkoşîneke layiqî keda Bêrîtanan bidomînin.”
Fermandara gerîla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) 25’ê Cotmeha 1992’yan li hemberî dagirkerî û nokeriyê xeta azadiya pêş xist. Bêrîtan di 33’yemîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê tevahî hevrêyên xwe, gelên herêmê û jinên azadîxwaz ve bi civîn, semîner û aktîvîteyên cuda tê bîranîn. Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr a ji Rojhilatê Kurdistanê ye têkildarî pêşenga Apoyî Bêrîtan nirxandin kirin.
Gulçînê destnîşan kir ku xwedawend û fermandar Bêrîtan bû çirûska berbanga sibehê û wiha axivî, “Heval Bêrîtan jin ji xewa giran şiyar kirin. Bû weke stêrka Gelawêj a rê nîşanî mirovan dike. Heval Bêrîtan temsîla jina Kurd a Dêrsimê ya bi rêûresma Besê û Zerifeyan şekil girtiye dikir. Hevrê Bêrîtan teslîmiyet qebûl nekir, bi berxwedana xwe gihişt asta xwedawendîtiyê.”
Gaziya şer Gulçîn diyar kir ku Bêrîtan jineke xwende bû, jiyana di bin hukmê dagirkeriyê de red kir û got, “Hevala Bêrîtan jiyaneke ji rêzê ya di nav pergala zordar de nepejirand. Bi bandora ji fikrên Rêber Apo berê xwe da çiyayan. Di demeke pir kurt de rastî û heqîqeta Rêbertî nas kir. Dildara xak û gelê xwe Bêrîtan bi sekn, helwest û têkoşîna xwe nîşanî her kesî da ku dema mirov xwe bi rastiya Rêbertî re bike yek dikare li hember her cure êrîş, xiyanet û hovîtiyê şer bike. Hevaleke welê bû ku bi Rêbertî û Tevgera Azadiyê re yekpare bibû.”
Gulçîn Xoşmêr bal kişand derfet û destketiyên îro bi saya berxwedana hevalên weke Bêrîtan ava bûne û got, “Heval Bêrîtan xet û mîraseke bi berxwedan û têkoşînê neqişandî ji me re hişt. Em ê li ser vê xeta bi fikir û felsefeya Rêber Apo xurt dibe û şewq dide bimeşin. Mîrateya berxwedana Bêrîtanan ji me re hiştine wê teqez me bigihîne azadiyê. Bêrîtan bû xeta neteweya azadîxwaz û serhildêr. Em ê timî têkoşîneke layiqî keda Bêrîtanan bidomînin. Di roja me ya îro de bi sedan milîtan û şervanên jin ên Apoyî navê Bêrîtan li xwe kirine. Di nav vê şoreşa gelan de bêrawestan têdikoşin. ”
Gaziya şer Gulçîn bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Heval Bêrîtan kesayeta jina azad û serhildêr çawa ye û divê çawa be, bi rengekî herî pîroz û berbiçav nîşanî her kesî da. Pewîst e tevahî jinên şoreşger û azadîxwaz bi çanda ku Fermandar Bêrîtan bi çalakiya xwe jiyanî kir, tevbigerin.”




