Em ê banga Rêbertî bi serketinê tacîdar bikin

Gaziyê şer Rêzan Marînos ê têkildarî pêvajo Rêber Apo daye destpêkirin diyar kir ku tevî yên bi şer xwe xwedî dikin û xêrnexwazan jî wê aştiyeke bi rûmet pêk bînin û got, “Rêber Apo bi îradeyeke herî mezin gaveke dîrokî pêş xist. Em ê pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêş ket teqez bi serketinê tacîdar bikin.”

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û Gaziyê şer Rêzan Marînos têkildarî pêvajoya Rêber Apo meha Sibatê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Gaziyê şer Rêzan Marînos anî ziman ku ji gava avabûna dewlet û desthilatdariyê şer û pevçûn nesekinîne û got, “Çavkaniya domandina pergala dewlet û desthilatdariyê şer, zext û zilm e. Bi hezarê salan e desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe û hukmê xwe bidomînin timî şer pêş xistine. Li hember wan şeran jî civakên azadîxwaz timî li ber xwe dane. Gelê Kurd jî ji bo hebûna xwe biparêze, li ser xaka xwe ya mîna bihuştekê ye bi azadî bijî, di çarçoveya xweparastinê de berxwedana xwe domandiye.”

Rêzan destnîşan kir ku gelê Kurd ti carî çav bernedaye xakên kesekî û wiha dewam kir, “Gelê Kurd di pêşengiya Rêber Apo de bi dehê salan e di nav têkoşîn û berxwedaneke herî mirovî de ye. Tevî ewqas zilm û zorê jî timî destê xwişk û biratiyê dirêj kiriye. Rêbertiya me temsîla bi mîlyonan mirovên Kurd dike. Her kesên tehlîl û parêznameyên Rêber Apo dixwînin dizanin ku Rêbertî ji bo jiyaneke kes zilmê û neheqiyê li kesî neke têkoşîn dike. Em weke gelê Kurd, bi taybet jî ciwan û jin xwedî dewlemendiyeke pir xurt in. Em gelekî jî xwedî şans in ku Rêberekî me weke Rêber Abdullah Ocalan heye. Divê em li ser fikir, raman û felsefeya Rêbertî xwe perwerde bikin û gavên pir xurt biavêjin.”

Gaziyê şer Rêzan Marînos axaftina xwe wiha somand, “Tevî yên bi şer xwe xwedî dikin û xêrnexwazan jî em ê aştiyeke bi rûmet pêk bînin. Rêber Apo bi îradeyeke herî mezin gaveke dîrokî pêş xist. Em ê pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêş ket teqez bi serketinê tacîdar bikin. Aştî, demokrasî, wekhevî û pêkve jiyana gelan li van xakên bi bereket û xweş em ê ava bikin. Em ê modela Rêveberiya Xweser a bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gel û baweriyan bûye îlhama jiyaneke alternatîf a li hember pergala modernîteya kapîtalîst li her cihî pêş bixin.”

Endamê FGBRS’ê û gaziyê şer Rêzan Marînos axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Weke gaziyên şer em bang li hemû ciwan, jin û gelan dikin ku bêteredut, bi coş û îradeyeke xurt beşdarî vê pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bibin. Divê em zanibin ti tiştek nikare civakên rêxistinkirî û bi hestên azadiyê dagirtî bisekinîne. Em hêza xwe ji Rêber Apo, şehîdan û gelên xwe digirin. Ji sedî sed em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Bi hemû gelan re dîlana cîhaneke bê zilm û zext bigirin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button