Em bi çîrokên lehengiyên yê hevalê Karasûngûr mezin bûn

Gaziya şer Zarîn Kobanê ya şehîd Mehmet Karasûngûr bi bîr anî got, “Dema em biçûk bûn, timî behsa Rêber Apo û pêşengên weke Egîd, Mehmet Xeyrî Dûrmûş û Mehmet Karasûngûr dihat kirin. Em bi çîrokên lehengiyê yê pêşengê azadiyê Mehmet Karasûngûr û hevalên din mezin bûn.”

Yek ji pêşengê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Karasûngûr û hevalê İbrahîm Bîlgîn 2’yê Gulana 1983’an tevlî karwanê şehîdan bû. Gaziya şer Zarîn Kobanê têkildarî 42. salvegera şehadeta Karasûngûr û Bîlgîn nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziya şer Zarîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de pêşengên Tevgera Azadiyê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn bi bîr anî û got, “Weke gel, Tevger û şervanên azadiyê bi saya van şehîdên hêja em gihiştine roja me ya îro. Di pêvajoyeke ku kesî newêrîbû gotiba, ‘Ez Kurd im’ di pêşengiya Rêber Apo û hevalên me yên pêşeng de li dijî zilm û zorê têkoşîneke herî esîl hat destpêkirin.”

Zarîn Kobanê anî ziman ku hevalê Mehmet Karasûngûr ê bi xwe mamoste bû ji bo azadiya gelê Kurd li herêmên herî krîtîk têkoşîn meşand û ev anî ziman, “Di şerê li dijî kesên hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikirin û li ser gelê Kurd zilm dimeşandin, li Hîlwan û Sêwregê di pêşengiya hevrê Mehmet Karasûngûr de berxwedaneke herî mezin hat pêşxistin. Gelê Kurd bi zarok, jin, kal û pîrên xwe bi çavên xwe dît ku Tevgera Azadiyê alîgirê bindest, karker, cotkar û xizanan e. Lewma bi hezaran ciwanên herî pak û durist ên di nav civakê de bi coşeke mezin berê xwe dan çiyayan.”

Gaziya şer Zarîn destnîşan kir ku li cihê lê çêbûye û mezin bûye timî behsa qehremaniya pêşengên Tevgera Azadiyê dihat kirin û got, “Dema em biçûk bûn, timî behsa Rêber Apo û pêşengên weke Egîd, Mehmet Xeyrî Dûrmûş û Mehmet Karasungur dihat kirin. Digotin ‘Apocî li hember dewleta Tirk û hevkarên wan şer dikin. Apocî wê tola Şêx Seîd, Seyîd Riza û komkujiyan rakin. Em bi çîrokên lehengiyê yê pêşengê azadiyê Mehmet Karasûngûr û hevalên din mezin bûn.”

Zarîn Kobanê di dewama axaftina xwe bang li jinên ciwan kir ku ji bo pêşerojeke azad tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Divê hemû ciwan bi taybet jî jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û pêşerojeke azad a gelê me tevlî nav refên azadiyê bibin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button