Egîd Efrîn: 4’ê Nîsanê li dijî kesayeta kole rojbûna mirovatiya azad e

Gaziyê şer Egîd Efrîn diyar kir ku 4’ê Nîsanê li hember pergala kapîtalîst û hegemon avabûna fikra civak û jina azad e û got, “Li dijî kesayeta kole, rojbûna mirovatiya mirovên azad e.”
Ji rêveberên Akademiya Şehîd Deştî ya gaziyan û gaziyê şer Egîd Efrîn bi wesîleya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo nêrînên xwe parve kirin.
Egîd Efrîn ê diyar kir ku di dîrokê de 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke pir girîng û şansekî pir mezin e û got, “Rojbûna Rêber Apo di serî de em li tevahî gelê Kurd, gelên azadîxwaz û bi giştî mirovatiyê pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo di tarîtiya dîrokê de çirûsk û ronahiyeke nû ye. Ev ronahî her diçe mezin dibe û hemû mirovatiyê serwext dike.”
Gaziyê şer Egîd bal kişand ku bi 4’ê Nîsanê 1949’an rojbûna Rêber Apo re dîrok nûjen bû û ev anî ziman, “Rojbûna Rêber Apo bi esasî li dijî pergala tineker û qirker bersivek bû. Jidayikbûna Rêber Apo, jidayikbûna gelê Kurd, gelên azadîxwaz, jina azad, civaka azad û mirovatiyê ye. Bi 4’ê Nîsanê re gerdûn ji nû ve afirî. Fikreke gerdûnî yê azadîxwaz derket holê. Bi têkoşîna Rêber Apo gelê Kurd careke din rabû ser piyan û ket ser rêya azadiyê. Lewma 4’ê Nîsanê li hember pergala kapîtalîst û hegemon, avabûna fikra civak û jina azad e. 4’ê Nîsanê li dijî kesayeta kole, rojbûna mirovatiya azad e.”
Egîd Efrîn destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê îro bê ji bo cîhanê çiqasî pêwîst e bi her awayî diyar dibe û wiha domand, “Di roja me ya îro de ligel şer û êrîşên li hember gelan, qirkirineke mezin li hember ekolojiyê û xwezayê heye. Rêbertiya me li ser vî bingehî diyar kiribû bi wesîleya pîrozkirina 4’ê Nîsanê re li her cihî daran biçînin.”
Yek ji rêveberê Akademiya şehîd Deştî û gaziyê şer Egîd Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Li vê erdnîgariya dergûşî ji mirovatiyê re kiriye, hêzên dagirker û emperyal dixwestin vê xaka qedîm û gelên wê bixin bin hukmê xwe û wan nirxên li vir desteser kirin. Lê bi derketina holê ya Rêber Apo re gel hişyar bûn û ji bo parastina nirxên xwe ketin nav hewldanên mezin. Mirovatî li ser vî esasî vegeriya koka xwe ya esîl. Lewma îro ne tenê Kurd, hemû mirovên xwedî rûmet ên ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin xwedî li Rêbertî derdikevin. Li ser vî bingehî em careke din 4’ê Nîsanê li hemû kesên dilê wan ji bo azadiyê lê dide pîroz dikin.”




