Divê weke jin em reng û dengê xwe bidin çar demsalên xwezayê

Ji pênûsa jinên têkoşer…

Despêkê em 8’ê Adarê li yê me ji fermana mezin xilas kir, rêya azadiyê ji bo me nîşan da û ruhê berxwedaniyê bi me da qezenc kirin Rêberê mirovahiyê Rêber Apo pîroz dikin. Em yên ji bo pêşengtiya jin bi ser bikeve, bi ruhê jina azad şer kirin di şexsê  Sara, Roza, Rojbîn, Leyla, Doga, Axîn, Sorxwîn, Amargî, Feraşîn û Bêrîvanan de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîsa li tevahî cîhanê jinên ji bo azadiyê têdikoşin, bi taybetî ew dayikên me yên berxwedêr, hevrêyên me yên di çeperan de bi ruhê Apoyî şer dikin, li hemû hevrêyên xwe yên jin pîroz dikin. Têkoşîna  bi Clara Zetkînan dest pê kir, îro bi partîbûn û artêşbûna jin didome. Em  tevgerên jin yên azadixwaz bi  giştî silav dikin û vê rojê li wan jî pîroz dikin.

8’ê Adarê, li beramberî pelçiqandin, hemû cureyên şîddet, kuştin, talan, firotin û hemû muameleyên xirab ji bo jin dibe roja serhildêriyê. Ji bo azadiyê rojekî bi watedar e. Ji roja  destpêkê ve bûye roja berxwedanê. Rêber Apo bi lêpirsîna ‘çima ji bo jinan tenê rojek tê dayîn, çima hemû roj di rengê jin û pêşengtiya jin de nebe?’ rûyê vê rojê guhertiye û li vê rojê wateyek cuda bar kiriye. Bi taybet bi pêşxistina Tevgera Jin her roj bi rengê jinê xemiland, hemû roj bi çanda berxwedaniyê tijî kir. Gava mirov li roja îro meyze dike, tê dîtin ku bi vê têkoşîn û keda Rêbertî tevgerên jin yên bi vîn, rêxistin, xweparastinê dizanin bi şêwazên têkoşînek xurt û domdar derketine holê. Rastiya jina ku dîroka deshilatdaran nivîsandiye guhertiye û dîroka jina azad nivîsandiye derket  holê.

Bi van pêşketinan re zanist, vîn, hest, fikir, xweşikbûn û exlaqa wê ji nû ve hate destgirtin û avakirin. Jin bi zanebûn, civakbûn û bi têkoşîna xwe ya bêhempa wê siberoja azad bihûnin. Jinên çavên wan bi azadiyê vebûye êdî li beramberî ti cureyên hovîtiyê bêçare nîne. Jinên ku tenê digirîn, loma dikin, hawara xwe digihînin hinekan, bendewar in û hemû neheqiyan weke qederekê dipejirînin êdî namînin. Ev jî hêvî û baweriyê dide me. Îro li kîjan aliyê cîhanê be jî, jinên bi azadiyê re hevpeyman çêkirine digihîjin hevdu. Ev pêşketin hêz û moral dide me hemûyan. Bi taybetî ji ber  8’ê Adarê nasnameya berxwedaniya jin e, hemû jinên azadixwaz di vê rojê de li hevdu dicivin.

Ji bo wê îro hemû dengê jinan bi hev re bilind dibe û ji bo azadiyê bi yek dengî diqîrin. Ji bo wê em hemû jinên azadixwaz bi biryardariya têkoşînek hîn xurttir 8’ê Adara îsal pêşwazî dikin. Weke jinên Kurd û têkoşer êdî ji bo me wateya azadiyê pir mezin e. Ji ber kesên ji bo azadiyê canê xwe dan wateya azadiyê  bilind kirine. Li ser vî esasî em careke din kesên di oxira azadiyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Em tevahî jinên şoreşger û kedkar ên li zindanan, lûtkeyên çiyayan, deştan ji bo jiyaneke bê mijokdarî ked didin silav dikin.

Divê weke jin em reng û dengê xwe bidin çar demsalên xwezayê. Ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya fizîkî ya  Rêber Apo divê em her rojên xwe bi ruhê berxwedaniya 8’ê Adarê binirxînin û wisa tevbigerin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button