Divê jin û ciwanên Kurd li her deverê rabin ser piyan
Lava Eyo

Em weke civaka Kurd bi xêra Rêber Apo zana bûn û çavên me li cîhanê vebûne. Lê hîn jî xeterî li ser hebûna me heye. Divê em pir hişyar bin û fikrên xwe bi gelê xwe re parve bikin. Pêwîst e jin û ciwan pirtûkên Rêber Apo bixwînin, xwe şareza bikin da ku ti kes li ser hebûna me hesaban neke.
Her wiha divê em fikir û felsefeya Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bikin. Weke neteweya Kurd em hê jî di bin gefan de ne û em rûbirûyê qirkirinan tên. Lê em bi berxwedan û têkoşîna xwe ji xwe bawer in. Em qebûl nakin kes me nezan û cahil bibîne.
Hewce ye em hemû mirovahiyê hişyar bikin. Eger em nezan bimînin gelekî şerm û fedî ye. Ji bo em civaka xwe jî bi fikir û felsefeya Rêbertî pêş bixin, divê em ruhekî berxwedêr di xwe de ava bikin. Ji ber pêşketina civakê jî bi pêşketina jin û ciwanan re ye.
Eger jin û ciwan xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêş nexin wê civaka me jî pêş nekeve. Wê demê wê civak tim û tim li ser fikirandinên demê berê de be. Malbat di nav jiyana civakî de roleke mezin dilîze û bandorê li ciwanan jî dike. Divê malbat baş bizanin ku keç û xortên wan di vê qonaxê de hewcedariyên zanebûnê ne. Divê ji wan re nebin kelem û wan bidin perwerdekirin.
Jixwe weke tê dîtin pirsgirêkên malbatan bi piranî di mijara nêzîkatiya ji ciwanan re derdikevin holê. Ciwanan pir guhdar nakin. Ev jî dibe sedem ku ciwan têkevin xefka pergala desthilatdar û werin nêçîrkirin. Dijmin bi taybet bi rêbazên şerê taybet wan dixapînin, ji xwe re dikin sîxur û wan fêrî tiştên xerab dikin. Bi vî rengî ew ciwan dibin dijminê nirxên xwe, bêrîziyê li hemberî dayik û bavê xwe jî dikin. Pergal bi her awayî dixwaze ciwanan ji xwe re bike koleyên modern. Ji bo vê her tiştî dike.
Lewma divê malbat bi taybet bi zarokên xwe yên 14- 15 salî re mijûl bibin, wan guhdar bikin û wan ji tiştên xerab dûr bixin. Ji ber ciwan di van temenan de têne xerabkirin û şerê taybet li ser wan bandor dike. Divê dayik û bav bi wan re weke heval bin.
Em weke gelê Kurd bi salan e rastî her cure êrîşên dijminan tên. Têkoşîn û berxwedana me di pêşengiya Rêber Apo de bênavber berdewam dike. Îro jî li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina xak û gelê xwe em li hember çeteyên êrîşkar li ber xwe didin. Divê ciwan zanibin ku em xwedî gelekî welê ne ku eger em xwedî li rûmeta xwe dernekevin wê hebûna me ji dest me biçe.
Lewma li hember her cure şer û êrîşan pêwîst e jin û ciwanên Kurdistanê berê xwe bidin Rojavayê welat, xwe ji bin tesîra pergala desthilatdar a xwînrij derxin.
Pêwîst e em bibin parêzvan û fedaiyên gel û xaka xwe. Ev jî rastiyeke bênîqaş e ku di parêzname, tehlîl û manîfestoya Rêber Apo de her tiştên baş ên ji bo civakan, jinan û ciwanan hene. Lewma tenê ne carekê divê bi dehan caran mirov pirtûkên Rêbertî bixwîne, bi hevrêyên li cem xwe re binirxîne.
Weke Rêber Abdullah Ocalan gotiye me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî ser bikevin. Ji ber vê yekê divê ciwan xwedî li Rêber Apo û şerê parastinê yê îro li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike derkevin. Li her deverê rabin ser piyan, xwe û welatê xwe azad bikin.




