Divê jin û ciwan bi erka xwe ya pêşengtiyê rabin

Sorxwîn Koçer

Divê siyaseta demê pir baş were şopandin, ji bo li hemberî wê tedbîrên pêwîst werin girtin û siyaseta dijber were zelalkirin û bi bandor jî bibe. Weke em dişopînin û tehlîl dikin pergala desthilatdar û bi taybet jî pergala serdema fînansê de civak gelekî hatiye xistin. Pergala xwe li ser lawazî û belavbûna civakê dide jiyandin. Pergal ji hêlekê de bi şer û tundiyê civakê ditepisîne û ji hêleke din ve jî bi rêbazên jihevdeketî civakê ji rê derdixe û weke xwe lê dike.

Rêber Apo di peyama xwe, ya di 27’ê Sibatê de got ku serdema şer û tundiyê bihuriye û divê civaka komînal û demokratîk pergala xwe bide çêkirin. Ez jî weke jineke gazî helwesta xwe ya li hemberî şer û tundî didim raberkirin û dibêjim, teqez pêwîst e di serî de jin û ciwan tevahî ferdên civakê helwesta xwe ya li hemberî şer û tundiyê deynin holê. Hewce ye bibêjin ey pergala desthilatdar we jiyan li me kiriye dojeh û em jî hew vê qebûl dikin.

Ez jî weke gaziyeke şer hew zilm û zordariya li ser jinan qebûl dikim û dema mirov temaşeyî civakê dike hest û wijdanê mirovan diêşin û mirov hêrs dibe. Bi vê mebestê careke din jî ez dibêjim, ey jinên çeleng û xortên ciwan civak li benda helwesta we ye, divê hûn rola xwe ya pêşengtiyê zanibin û şiyar bin. Li hemberî kiryarên dewleta neteweyî rabin û di pergala civaka demokratîk de israr bikin. Jixwe Rêber Apo gotiye ku di sosyalizmê de, israr di mirovbûnê de israr e.

Em jî weke civaka Kurd û bi taybet jî weke jinên Kurd me xwe zelal kiriye û em dibêjin, ji bo azadî û demokrasiyê canê me jî bê xwestin em ê feda bikin.  Bi qasî em rewşa tevahî cîhanê dişopînin, em dibînin ku li her deverê şer û krîz hene. Ev jî dibe sedema mirov di warê wijdanî de bandor bibe. Bi taybet jî êrîş li ser jinan pir dijwar têne kirin. Herî kêm rojane zêdeyî sed jin li cîhanê tên kuştin. Jixwe yên kêm dikevin şeran jî jin in, lê tevî wê jî rojane bi sedan jin têne qetilkirin. Naxwe rojane di şeran de çend mêr têne kuştin? Bi rastî rewşa civakê, şer û tundiyê cihê pirsê ye. Rewşa şer û talanên mirovî cihê fikar û metirsiya ne. Jixwe pileya şerê cîhanê yê sêyemîn jî derketiye asta herî bilind û pêwîst e pêşiya wê were girtin.

Dema mirov li rewşa civakê temaşe dike mirov gelekî tengav dibe. Mirov gihiştine rewşa dînbûnê û eger di nava civakê de dînbûn û nexweşî hene sersedema wê şer û tundî ye. Ez bi xwe jî pir li ser şer û tundiyê diponijim û hêrs dibim. Ji ber agahî û xeberên heyî sê çarîkên wan li ser şer û kuştinên hovane ne. Wiha li mirovan hatiye ku di hundirê malê de jî hevdu dikujin û kuştina mirovan weke çandekê lê hatiye. Jixwe dema desthilatdarî û mêrperestî tê gotin hêrsa min dertê lûtkeyê û ez dibêjim, divê em weke jin û civak têkoşîna xwe ya ji bo sosyalîzma zanistî bilind bikin. Pêwîst e were zanîn ku şer û tundî sedema tevahî êş û azarên jin û civakê ne.

Dema ez li ser şer û tundiyê dihizirim ez gelekî tengav dibim û wiha li min tê ku ez hemû hêrsa xwe ji bo tola ji tundiyê rakim û dawiyê li şer û şerxwazan bînim xerc bikim. Weke ku Rêber Apo şirove kiriye û gotiye, hişmendiya mêrperest û desthilatdar cîhana me xistiye nava xeteriyeke pir mezin. Teqez divê em cîhana xwe demildest rizgar bikin û bînin rewşa mirov karibin têde bijîn. Yên cîhanê xerab dikin jî mirov bi xwe ne û yên cîhanê rizgar bikin û bi bedewiyê tijî bikin jî dîsa mirov in. Bi rastî dema mirov li rewşa jin û civakê temaşe dike mirov matmayî dimîne. Ez carinan jî dibêjim gelo çawa mirovahiyê heya roja me ya niha wiha tehemûl kiriye.

Ez bi xwe der heqê tundî û şeran de bi zelalî wiha dibêjim, gelo çima mirov wiha li hemberî xweza û zindiyan û heya hemzayendên xwe jî ewqasî bi kîn nêzîkatiyan raber dikin. Ez bawer im mirov ji ezeziyeta xwe wiha nêzîkatiyan nîşan didin. Di nêrîna min de divê her kes li xwe vegere, vê rewşa mirovahî tê de ye bibîne û ji xwe şerm bike.

Weke tê zanîn em niha di nav Cejna Qurbanê de ne. Ez gelekî li ser vê mijarê jî diponijim û encama ez gihiştimê ew e, gelo wê çiqas mirov di van çar rojên cejnê de bibin qurbanên şer û pevçûnên hovîtiya dilreşiya mirovên ezez û ferdperest? Gelo wê di serê vê Cejna Qurbanê de çend mirov bibin qurban, wê çiqasî mal werin wêrankirin, wê çend dayik, zar û zêç dilêş bibin û rondikan weke çem û kaniyan bibarînin?

Gelo kî ne yên kujer û tundrew? Teqez wê bersiv jî wiha be: Hêzên desthilatdar û mêrperest in. Jixwe ji derveyî wan ti kes nîne û ev rewş jî wiha naçe serî. Ez bang li jin, ciwan û tevahî beşên civakê dikim û dibêjim, teqez weke Rêber Apo gotiye pêdivî bi yekîtî, xwişk û biratiya gelan heye. Jixwe jin û ciwan jî pêşengên civakê ne û teqez divê bi erk û wezîfên xwe rabin, civakê jî bixin nava tevgerê. Ez rojane hewl didim rewşa heyî fêm bikim û bibim xwedî helwest. Divê were zanîn ku em hemû jî erkdarên vê doza miroivahiyê ne. Ez careke din jî dibêjim serkeftin jî û binkeftin jî girêdayî civakê ye. Hewce ye tevahî mirov bi hev re bibin xwedî helwest û têkevin nava têkoşîneke ji bo azadî û wekheviyê.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button