Divê hemû jin xwe bigihînin pîvanên Rêbertî behsa wan dike

Yek ji koçberên Efrînê Bihar Efrîn diyar kir ew weke jinekê timî gotinên Rêber Apo ji xwe re esas digire û got, “Ez hewl didim xwe bigihînim pîvanên Rêber Apo behsa wan dike. Divê tevahî jin jî wê esas bigirin û xwe ji vê têkoşînê bêpar nehêlin.”

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 2018’an bi hezaran mirov neçar man Efrînê koç bikin. Yek ji wan koçberan jî jina bi navê Bihar e. Bihar a bi xwe dayik e û timî bi hesreta vegera li Efrînê ye paşnavê xwe jî kiriye Efrîn.

Bihar Efrîn a parêznameyên Rêber Apo xwendine û timî di nav hewldanan de ye xwe di felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de pêş bixe. Bihar têkildarî têkoşîna azadiya jin nêrînên xwe anîn ziman.

Bihar Efrîn a di destpêka axaftina xwe de tevahî jinên têkoşer û azadîxwaz silav kir got, “Gelek jinên hêja û qehreman canê xwe di oxira rizgariya Kurdistanê de feda kirin. Hedef û armanca wan ew bû ku ji jin û gelan re jiyaneke wekhev û azad qezenc bikin. Çalakiyên canbexşane pêk anîn û gihiştin karwanên pakrewanên Kurdistanê. Jinên leheng û dilêr di nava 52 salan de bi têkoşîn û kedeke bêhempa li kêleka Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn kirin. Jinên weke Sara Dêrsim, Besê, Ezîme, Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan û Semayan bi qehremanî û xwedawendî navê xwe bi tîpên zêrîn li rûyê dîrokê xêz kirin.”

Biharê anî ziman ku ew timî deyndarên şehîdan û keda Rêber Apo ne û wiha dewam kir, “Dema min diyalogên Rêber Apo yên jina pêşeng û siyasetmedar Pervîn Buldan re şopand, ez gelekî bandor bûm. Ez li xwe zîvirîm û min got, ‘Ez jî dayik im û divê ez xwe di ber çavan re derbas bikim. Wan gotinên Rêber Apo ji xwe re bikim guhar û têxim guhê xwe.’ Jixwe Rêber Apo ji bo em weke jin bibin xwedî îrade timî tehlîl û nirxandinan dike, her wiha perspektîfan pêş dixe. Rêbertî wan hemû tiştan ji bo me tevahî jinan dibêje. Lê carinan em xwe dixapînin û dibêjin ku Rêber Apo tenê ji şoreşgeran re dibêje. Em weke dayik jiyana civakê berdewam dikin, nifşên nû mezin dikin. Pêwîst e, em wan pir baş perwerde bikin. Hewce ye were zanîn ku jiyan bê jin nabe. Divê jin pêşengtiyê ji civakê re bikin. Ji bo vê jî pêwîst e, em xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de baş pêş bixin.”

Dayik Bihar Efrîn wiha dawî li axaftina xwe anî. “Ez hewl didim xwe bigihînim pîvanên Rêber Apo behsa wan dike. Divê tevahî jin jî wê esas bigirin û xwe ji vê têkoşînê bêpar nehêlin. Em bi xêra Rêber Apo fêrî gelek tiştan bûn û em xwe perwerde dikin. Teqez wê serkeftin ya jinê û civakê be”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button