Divê em xwe ji zîhniyeta desthilatê rizgar bikin

Leyla Heqî

Dema em qala pêwendiya di navbera jin û mêr de dikin, ew tê wateya hevsengiya di xwezayê de. Ji ber di xwezayê de her tişt bi hevdu ve girêdayî ye û hevdu bandor dike. Eger hevsengiya di navbera jin û mêr de were sererastkirin teqez hevsengiya civakê jî wê were saxlemkirin. Mirov hevsengiyê xerab dikin û paşê qala qeder û felekê dikin. Di bingeh de mirov sedema her xerabî û tevliheviyê ye. Heke em hewl bidin jiyana xwe xweş û bedew bikin, divê em hişmendiya xwe jî biguherin û bibin mirovên demokrat û sosyalîst. Li şûna xerabkariyê pêwîst e em avaker bin û xwe ji hişmendiya desthilatdariyê rizgar bikin.

Pêwendiyên jin û mêr eger li ser bingehê wekhevî, hurmet û hezkirinek cewherî be û ew jî weke Rêber Apo gotiye divê ji xweza, sewal û tevahî mirovan re be. Heke wiha nebe wê felaket çêbibin. Hewce ye di nav tevahî civakê de jî têkilî li ser bingehê hurmet û hevsengiyê be. Wekî din jî dema mirov der barê mijara têkiliyan de şîroveyan dike, ji mirov re wiha tê ku divê jin hîn zêdetir xwe bi rêk û pêk bike û pêşengtiyê ji civakê re jî bike. Jixwe jin hîn zêdetir nêzî rastiyê ye. Yanî jin rastiyan diparêze. Divê rola xwe pir baş bilîze û li heqîqetê bigere.

Dema em li rewşa jin û civakê ya niha temaşe dikin, em dibînin ku ezezî gelekî li pêş e û hezkirin tenê di rû de ye, hevdu xapandin heye. Ciwanên îro pir zû dizewicin. Paşê dema dibînin ku şaş kirine hema hevdu berdidin. Ev jî exlaqê civakê xerab dike. Pêwîst e civak cudahiyan nexe navbera jin û mêr. Eger wer bibe wê hevsengiya jiyanê her xerab bimîne. Divê di navbera jin û mêran de wekhevî hebe. Mêr çawa xwedî hêz û vîn e, jin jî wiha ye. Her wiha vîna jinê ji ya mêr zêdetir e, xwedî sebir û tehemûleke mezin e. Lê mêr her xwe di ser jinê re dibîne, jinê ditepisîne û koletiyê li ser ferz dike. Ev jî di vê serdemê de û bi fikrên Rêber Apo re qet nabe yek û divê were guhertin.

Pergala modernîteya kapîtalîst bandoreke zêde li ser mirovan kiriye. Ciwan eger bixwazin xwe ji bandora kapîtalîzmê û şerê taybet rizgar bikin, divê xwe di fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de kûr bikin. Hewce ye her kes xwe di van mijaran de di ber çavan re derbas bike, xwe ji bermahiyên civaka koledar xelas bike. Divê bi taybet jî jin li ser esasê fikrên Rêber Apo yên jiyana sosyalîst û wekhev xwe pêş bixin û ji nû ve ava bikin. Ev ji bo avakirina pergala şaristaniya civaka demokratîk û sosyalîst nebe nabê ye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button