Dilsozên gel û hevrêyên xwe: Sorxwîn û Azadî

Zîlan Kobanê ya yek ji hevrêyên fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik e diyar kir ku Sorxwîn û Azadî dilsozên Rêbertî, gel û hevalên xwe bûn û got, “Timî di nav hewldanên pêşxistina şoreşê de bûn.”

Fermandar Sorxwîn Rojhilat û şervana azadiyê Azadî Dêrik, ên di rêveberiya gaziyên şer de cih digirtin dîrok û mîraseke têkoşînê ya têrûtijî ji heval û hevrêyên xwe re hiştin. Du jinên pêşeng 11’ê Sibata 2024’an di êrîşeke bêbext a dewleta Tirk a dagirker de tevlî nav karwanê şehîdan bûn.

Zîlan Kobanê ya hevrêya Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik e, behsa jiyan, kesayet û têkoşîna wan kir.

$CoMmEnt™V

‘Bi hevalên xwe re heval bû’

Zîlan Kobanê anî ziman ku Nîsana 2016’an li Kobanê di meşekê de fermandar Sorxwîn nas dike û wiha axivî: “Wê demê li YPJ’ê di nav xebatên tevlîbûnê de cih digirt. Dema min sekn, tevger û nêzîkatiyên hevala Sorxwîn dîtin ez pir pê bandor bûm. Lewma piştî demeke kurt ez çûm navenda YPJ’ê ya li Kobanê û min ji heval Sorxwîn re got, ‘Heval ez dixwazim tevlî bibim.’ Hevala Sorxwîn ji min re got, ‘Tu dayikek î.’ Min jî got, ‘Pirsgirêk nîne, ez dixwazim tevlî nav refên şoreşê bibim.’ Wê jî got, ‘Temam.’  Hevala Sorxwîn ji Botanê derbasî şerê Kobanê bû. Ji destpêkê heya dawiyê di nav şerê Kobanê de cih girt û li Kobanê birîndar bû. Hê birîna wê tam rehet nebibû careke din vedigere qada şer. Bi vî halê xwe bi hevalan û gel re eleqedar dibû. Piştî rizgarkirina Kobanê jî heval Sorxwîn li bajêr ma û xebatên tevlîbûnê dimeşand.”

Zîlan Kobanê di dewama axaftina xwe destnîşan kir ku fermandar Sorxwîn bi hevalên xwe re heval bû. cudatî nedikir nav hevalên xort û jin û got, “Dema hevala Sorxwîn diçû ziyareta malbatan, mirov pir kêfxweş dibûn. Di sohbetan de timî behsa Rêbertiyê, rewşa welêt, berxwedana heyî û zilma dijmin dikir. Ti carî xwe bi ser kesî de hêrs nekir, ji kesî aciz nebû. Timî di nav hewldanên fêmkirina mirovan de bû. Dema diçû navendeke gaziyan yek bi yek diçû cem hemû hevalan.”

‘Hevala Sorxwîn timî di nav hewldanên pêşxistina hevalên xwe bû’

Zîlan Kobanê her wiha got, “Ji bo em fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin, hevala Sorxwîn ji me re mamoste anî. Dixwest ji her alî ve em xwe perwerde bikin û pêş bixin. Timî dinivîsand, dixwend. Hevala Sorxwîn beriya şehîd bikeve bi çend rojan ji bo 15’ê Sibatê amadekarî dikir. Wer plan kiribû gazî li her qada lê ne ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê rabin ser piyan, tevlî meş û çalakiyên protestoyî bibin. Ji bo vê xebatê di nav hewldaneke pir zêde de bû. Ez ê ti carî hevala Sorxwîn ji bîr nekim. Wê timî rêya me rohnî bike.”

‘Hevala Azadî timî rûken û bi moral bû’

Zîlan Kobanê got ku Azadî Dêrik pir kedkar bû, li her derê ji hêla herkesî ve dihat hezkirin û wiha domand: “Di dilê her kesî de cihê xwe çêkir. Hevala Azadî ji tiştên li derveyî Partiyê û rêxistinê qet hez nedikir. Demekê li navenda YPJ’ê xebatên tevlîbûnê dimeşand. Di wî karî de gelek malbatên ji sekn û têkoşîna hevala Azadî bandor dibûn. Li hember tevlîbûna zarokên xwe ji bo Tevgera Azadiyê qet nedibûn asteng û di vê mijarê de zarokên xwe teşwîq dikirin ku tevlî nav refên azadiyê bibin. Dema nêzîkatiyên şaş didît, tavilê mudaxele dikir. Digot, ‘Stûyê min jî biçe ne xem e, lê bila mirov rast biaxivin.’ Dema karek diket pêşiyê heya temam nedikir nedisekinî. Hevaleke di hedef û armancên xwe de bi israr bû. Çi diba bila biba îleh diviyabû wezîfeya rêxistinê didayê bi serketî anîba cih.  Timî bi malbatên me yên rewşa wan a aborî nebaş bû re eleqedar dibû. Heya jê dihat bi wan re dibû alîkar. Têkildarî malbatên feqîr saziyên pêwendîdar agahdar dikir. Kesên ligel hevala Azadî dixebitîn pir û pir jê hez dikirin, hurmeteke mezin nîşanî wê didan.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button