Dilê min mîna agirê Kurd li ser çiyayên kesk dişewite
Gaziyê şer Elîşêr Çilaxa

Gelekî ku jiyana xwe bi xeyala hebûneke yekgirtî jiyaye, ku hemû pêkhateyên wê bi aştiyane bi hev re bijîn û her ferdek ji mafên xwe yên tevahî sûd werbigire. Gelekî ku ziman, çand û rûmeta xwe di dilê xwe de hilgirtiye û bi hezaran caran ji bo parastina wan şer kiriye. Ev gelê Kurd e, ku li çar herêman belav bûye, ji hêla hêzên ku qet baweriya xwe bi mafê çarenûsî yê mirovan neaniye ve hatiye dabeşkirin.
Gelekî ku dîroka wî vedigere destpêka mirovahiyê, gelekî aştiyane ku ji yên din hez dike û pirrengiyê pîroz dike. Ji wan re kêmnetewe tê gotin, lê heke çar herêmên wan yekgirtî bûna, ew ê di nav mezintirîn û bibandortirîn gelên Rojhilata Navîn de bin.
Wan xort û keçên xwe, birîndarên xwe û qurbaniyên xwe pêşkêş kirin û li Rojava li dijî rêxistinên tundrew sekinîn ku heta tevahiya neteweyan jî nekarîn wan rawestînin.
Û dema ku şer bi dawî bû, ji wan hat xwestin ku vegerin rewşa xwe ya berê: bê ziman, bê dîrok, bê çand. Wekî ku xwîna ku hatiye rijandin ne ji bo parastina hebûnê be, wekî ku qurbanî ne ji bo pêşerojek dadperwertir û bi rûmettir be. Dilê min mîna agirê Kurd li ser çiyayên kesk dişewite.
Erd dê heta kengê wekî qadeke neheqiyê bimîne? Dîroka gelê Kurd heta kengî wê bi xwîna berxwedanê were boyaxkirin?
Tekez wê rojên ku gelê Kurd bigihêje hêvî û armancên xwe werin. Wê gelê Kurd jiyaneke hemû gel têde bi xwişk û biratî bijîn ava bike.




