Di Şoreşa Rojava de timî jinên weke Fermandar Sîdar mohra xwe li dîrokê dane

Asya Weşûkanî

Fermandar û hevrê Sîdar Efrîn bi heybet û hunera xwe ya şer, her tim ji şervan û şagirtên xwe yên azadîxwaz re serkêşî kir. Timî weke pêşengeke ji xwe bawer û serbilind tevdigeriya. Serê xwe ji tundî, zorî û zehmetiyan re nedanî. Di nava heval û hogirên xwe de ku pir dihat hezkirin, navenda îlham, hêvî û cesaretê bû.

Fermandar û qehreman Sîdar bi bîr, bawerî û rûkeniya xwe beşdarî nav şer û jiyanê dibû. Carinan mirov meraq dikir ku carekê ji caran hevrê û fermandar Sîdar xembar yan jî rûmest bibîne. Rojekê min ji heval Sîdar pirsa “Gelo çawa tu dikarî her wiha rûken û bi kelecan bî?” kir. Hevrê û fermandara narîn Sîdar wer bersiv da, “Ez pir hez dikim ku bikenim. Dema dikenim jî hestên min bedew dibin. Ez hê zêdetir bi kelecan dibim.”

Bi rastî jî hevrê û pêşeng Sîdar Efrîn wisa bi kelecan û coş bû ku hevalên li dora wê jî manewiyata xwe ji dilgermiya wê digirtin, bi vîn û coşeke muezem tevlî têkoşîna azadiyê dibûn.

Hevrê û fermandar Sîdar ji heval û hogirên xwe re her tim dbû hêza bîrdozî, rêxistinî, teorî û pratîkê. Heval û hevrêya serbilind Sîdar jineke jîr, jêhatî, dilnizm, fedakar û kedkar bû. Eger mirov çelenga hêja Sîdar nas nekiriba mirov dê gotiba ku hevaleke pir hestiyar e û teng nêzî mijaran dibe. Lê dema mirov ew ji nêz ve nas kiriba mirov dê helwest û hunera fermandariya xwedî sebir û avaker a pêşeng Sîdar dîtiba.

Dilêr Sîdar Efrîn weke fermandar û mamosteya şer û jiyanê têkoşîn dikir. Timî heval û hogirên xwe perwerde dikir. Ji bo hevrê û şervanên xwe di aliyê şer û jiyanê de bike xwedî ezmûn têkoşiya û xebitî.

Şêrejina Kurd Sîdar Efrîn ji dil û can weke şoreşgereke Apoyî kar û xebat kir. Her dem dixwest bibe layiqî jinên qehreman û fedaî. Weke jina Kurd a resen û dîrokî, bi dilê xwe yê tijî hezkirin û fireh weke deryayekê di nav berxwedanê de cih girt. Dixwest xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan û rizgariya gelê Kurd derkeve.

Hevrê û qehremana Efrînî Sîdar bi girêdan û dilsoziyeke mezin a bi gel û xaka xwe ve li hember hêzên dixwazin jiyanê bixin nav tarîtiyan weke pêşenga ronahiyê şer kir.

Fermandar Sîdar bû dengê hemû jin û gelên ji jiyaneke azad û wekhev bi hêvî ne. Em weke heval, şervan û gelê Kurd ji ber şehadeta hevrêya xwe Sîdar Efrîn di nav xemgîniyeke terîfa wê zehmet de ne. Lê em soz didin hevrê Sîdar û tevahî şehîdên xwe em ê armanc û xeyalên wan bînin cih. Em ê her li ser şopa wan bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button