Di her kenekî de divê hevrê Yûsif bê bîra me

Salên şoreşê piranî bi qehremanî û êşên xwe tên bîranîn. Em jî belkî şerekî herî zêde êşên wê hene dijîn. Lê belê eger mirov salên şoreşê tenê bi êşan bi bîr bîne yan jî wer bifikire, wê were wateya mirov şoreşa me kêm fêm bike heta qet fêm neke. Mirov di oxira çi de bi ser mirinê de diçin? Dil ji bo çi lê dide? Tenê bersiveke wê heye. Ji bo avakirina welatekî mirov têde bikenin!

Ne îro belkî sibe wexta azadiya Kurdistanê were hembêzkirin û di çavan de rondik neman, li Kurdistana mirovên dikenin, divê di her kenekî de mirovek bê bîra me, bi taybet ew mirov divê hevrê Yûsif be.

Hevrê Yûsif (Abdulqadir Bekiroglû) ê li herêma Mêrdînê di nav malbateke Ereb de tê dinyayê sala 1977’an tevlî Koma Apociyan dibe. Di salên 1978-79’da li Skenderûnê di nav kedkar û karkeran de têkildarî neqilkirina têkoşîn û fikrên rizgariya neteweyî bû mîna pirekê.

Heval Yûsif di pêşxistina têkoşîna li hemberî hêzên faşîst de xwedî kedeke mezin e. Di mijara ku li herêma Skenderûnê Tevgera Apociyan pêş bikeve û girseyî bibe de bi roleke mezin rabû.

Di mehên destpêkê yên 1980’î de hevrê Yûsif vegeriya Kurdistanê û ji wir derbasî qada Lubnanê cem Rêber Apo bû.  Di nav koma yekem a perwerdeyê de cih girt. Gelek hevalan hevrê Yûsif li qada Lubnan-Filistînê nas kirin. Li wir tercumanî dikir û lewma weke Tercuman Yûsif dihat binavkirin. Heval Yûsif yê bi Rêber Apo re tevlî gelek civîn û hevdîtinan bû, ev wezîfeya xwe bi coşeke mezin dimeşand. Li her cihî li hember her hêzê nûnertiya Tevgerê dikir. Bi sekn û helwesta xwe ji bo hemû hevalên xwe mînakeke herî berbiçav bû.

Yûsif ê weke milîtanekî Partiyê ji her kar û xebatan re amade bû, dawiya 1984’an derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Li wir jî demeke dirêj di nav pêwendiyên derve yên Tevgerê û xebatên girseyî de cih girt. Sala 1985’an jî derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir di nav xebatên çapemenî-ragihandinê de cih digire. Bi komek heval re kovara Pêşmerge ya weşana HRK’ê -piştre bû ARGK- amade dikirin. Hevrê Yûsif ligel vê timî di nav karên pratîk de jî bû. Tevî di aliyê fizîkî de zeîf jî bû erzaq rakir, stargeh çêkir û li ser sînoran xebat meşand. Rojekê jî negot, “Ez nikarim. Ez westiyame.”

Heval Yûsif yek ji nivîskarên destpêkê yê kovara “Dengê Artêşa Gel” e jî.  Di vê kovara di nav pêvajoya şer de derdiket, mijarên têkildarî têkoşînê û bîranînên der barê şehîdan de dihatin nivîsandin.

Hevrê Yûsif tenê ne bi ziman û pênûsa xwe, bi çeka xwe jî li hemberî dagirkeriyê têkoşîneke xurt meşand. Bi salan li Eyaleta Serhedê û Botanê xebat meşand, şer kir û bû pêşengtê gel.  Li hember hêzên artêşa dagirker, komplogerên feodal û tesfiyekaran şerekî bêhempa meşand. Yûsif bû parêzvanekî bêhempa yê xeta Rêbertî û Partiyê.

Hevrê Yûsif di Kongreya Çaremîn a PKK’ê de weke Endamê Komîteya Navendî hatibû hilbijartin. Di heman demê de Sekreteriya Komîteya Çapemenî-Ragihandinê jî dikir, weke Koordînatorê Eyaletê Mêrdînê hatibû wezîfedarkirin. Hevrê Yûsif dema ji bo wezîfeyê dewr bigire ber bi Eyaleta Mêrdînê ketibû rê 7’ê Hezîrana 1991’ê li Cûdî di şerekî li hemberî hêzên dagirker de mînakeke qehremaniyê nîşan da û tevlî karwanê şehîdan bû. Di wî şerê destanî de heval Hozan ê sala 1989’an tevlî nav refên ARGK’ê bibû û milîsekî dilsoz jî ligel fermandar Yûsif şehîd bûn.

Yek ji taybetmendiyên herî şênber ê heval Yûsif ew bû ku dema mirov rexne dikirin, ew biçûk nedixistin. Bi rexneyên xwe mirov dida fikirandin.

Hevalekî têkoşînê yê hevrê Yûsif wer behsa wî dike, “Em bi qasî salekê ligel heval Yûsif man. Di aliyê eskerî û siyasî de pir bi tecrûbe bû. Fedakar bû. Pir girîngî dida disîplînê. Timî Partî diparast. Dema kêmasiyek didît, bi can û ruhê xwe hewl dida sererast bike. Rojeke xwe jî vala derbas nedikir. Nedihişt kes jî wextê xwe vala derbas bike. Timî li hember tesfiyekaran sekinî. He kêlî bi coş û moral bû. Ti carî neket nav reşbîniyê. Nêzîkatiyên wî yên bi hevalan re pir baş bûn. Mirov li cem heval Yûsif timî bi moral bû. Dîsa pir hurmet dida gel, bi uslûba Rêbertî û Partiyê nêzî mirovan dibû. Kedkarekî mezin bû. Timî dilsozê Rêbertî bû.”

Fermandar û hevrê Yûsif di dilê hemû hevalên xwe de ken û beşişbûneke germ hişt.  Li hember reşbîniyan, timî bû moral, coş û kenekî bihêvî. Ev kesayet û taybetmendî bi îhtimaleke mezin bi tena serê xwe şêwazekî têkoşînê ye. Hevrê Yûsif ew bi ser xistibû. Di salvegera şehadeta hevrê Yûsif de em li hember bîranîna wî bi hurmet bejna xwe ditewînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button